Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku biryar hatiye dayîn Xeta Xezeyê bi temamî kontrol bikin.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di peyameke vîdeoyî de ku li ser hesabê xwe yê Xê parve kir, got, “Em bi biryar in ku Xezeyê ji zilma van terorîstan rizgar bikin” û wiha pê de çû:
“Gelek xelkê Xezeyê tên ba me û dibêjin, ‘Me azad bikin. Me ji Hemasê rizgar bikin.’ Em dê vê yekê bikin.”
Ofîsa Serokwezîriyê her wiha di peyameke ku ji Serokerkan Eyal Zamir re şandibû de gotibû, “Eger ev yek ji bo we ne guncav be, wê demê divê hûn îstifa bikin.”
Di navbera Netanyahu û Zamir de li ser awayê birêvebirina şerê li Xezeyê nakokî heye û li gorî Radyoya Artêşa Îsraîlê, ev alozî roja duşemê “gihiştiye lûtkeyê.”
Daxuyaniya Netanyahu piştî wê yekê hat ku dan û standinên bi mehan ên di navbera Îsraîl û Hemasê de li Qeterê ku navbeynkaran hewl dida astengiyên her du aliyan çareser bikin û bigihîjin peymana agirbestê û pevguhertina rehîneyan, bê encam man.
Netanyahu got, “Em dê plana Trump bi cih bînin, ev planeke baş e.
Wateya vê gelekî hêsan e: Niştecihên ku naxwazin li Xezeyê bimînin dikarin biçin.”
Ev plan ji aliyê welatên herêmê û rêxistinên alîkariya mirovî yên navneteweyî ve bi hinceta ku “koçberkirina bi zorê” dê bibe binpêkirina yasayên navneteweyî, rastî bertekan hat.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse