Laşê wê ya tazî hatibû nîşandan: Çarenivîsa wê diyar bû

30-10-2023
Nîşan Shani Louk Hemas Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Shani Louk ketibû destên çekdarên Hemasê û laşê wê yê tazî di paşiya pîkapekê hatibû nîşandan.

Hat ragihandin ku Shani Loukê canê xwe ji dest daye.

Hemasê, 7ê Çiriya Pêşînê li hemberî Îsraîlê dest bi êrişeke bi navê “Tofana Eqsayê” kir.

Welatiya Îsraîl-Almanyayê Shani Louka 22 salî ya ku ji bo “Festîvala Aştiyê” çûbû Îsraîlê jî di vê êrişê de hat dîlgirtin û laşê wê tazî hat nîşandan.

“Xwişka min Shani Nicole Louk miriye”

Adi Louka xwişka Shani Loukê li ser medyaya civakî daxuyanî da û got, “Ez bi xemgînî radigihînin ku xwişka min Shani Nicole Louk miriye.”

Bavê Loukê jî ji çapemeniya Îsraîlê re axivî, agahî piştrast kir lê derbarê mirina wê de ti hûrgilî nedan.

Rutha dotmama Loukê jî diyar kir ku wan duh ji rayedarên Îsraîlî agahiyeke fermî wergirtiye.

Ruthê da zanîn ku “ji aliyê rayedaran ve belgeyên DNAyê yên ku mirina Loukê piştrast dikin dane wan.”

Çi bûbû?

Grûpên bi pêşengiya Hemasê li hemberî Îsraîlê dest bi êrişeke bi navê “Tofana Eqsayê” kir.

Welatiya Îsraîl-Almanyayê Shani Louka 30 salî ya ku ji bo “Festîvala Aştiyê” çûbû Îsraîlê jî di vê êrişê da hat dîlgirtin û laşê wê tazî hat nîşandan.

Hinek kesên ku dihat gotin endamên Hemasê ne û girseya li dora wan bi dengekî bilind tekbîr didan û wan li çepikan dixist.

Di dîmenan de xuya dibû ku serê wê jinê bixwîn e.

Kesekî pora wê dikişand û yê din jî çoka xwe danîbû ser pişta wê.

Hinek hesabên torên civakî yên nêzîkî Hemasê angaşt kiribû ku ew jin leşkera Îsraîlê ye lê derketibû holê ku ew jin hunermenda deqan, Shani Louk e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst