Hewlêr (Rûdaw) - Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê pêla nerazîbûnan ev 5 roj in berdewam dike û îro li gelek bajaran alozî derketin.
Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku di aloziyên li Loristanê de endamekî wan hatiye kuştin.
Ev 5 roj in li gelek bajarên Îranê nerazîbûn hene.
Îro jî li parêzgehên Tehran, Îsfehan, Xûzistan, Fars, Hemedan û Çar Mehal û Bextiyariyê nerazîbûn û alozî derketin.
Nerazîbûnên esnafan ji bazarên Tehranê dest pê kir û li gelek parêzgehên din belav bûn.
Ji bilî karkeran û esnafan, gelek welatî jî beşdarî wan nerazîbûnan bûn.
Xwendekar jî daketin qadan
Li aliyê din, xwendekaran li hinek zanîngehên Tehranê nerazîbûn nîşan da.
Hêzên ewlehiyê midaxeleyî nerazîbûnan kir û gelek kes desteser kirin.
Di nava kesên hatine desteserkirin de xwendekarên zanîngehê jî hene.
Li Tehranê û Lordeganê alozî
Îro li Bazara Sebzeyan a Mezin a Tehranê û bajarê Lordeganê yê parêzgeha Çar Mehal û Bextiyariyê nerazîbûnên berfireh hebûn.
Dema hêzên ewlehiyê hewl da girseyê belav bikin, di navbera wan û welatiyan de alozî derket.
Rewşa Rojhilatê Kurdistanê
Li Rojhilatê Kurdistanê, heta niha tenê li Loristan û Kirmaşanê çalakiyên nerazîbûnê çêbûne.
Li navenda bajarê Kirmaşanê rojane kombûn çêdibin û li Loristanê jî doh li bajarê Kûdeştê nerazîbûn hebûn.
Li wî bajarî alozî derket û Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku endamekî wan di wê aloziyê de hatiye kuştin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse