Îranê bersiv da Trump

11 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îsmaîl Beqayî Îran Amerîka Donald Trump
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Îranê tohmetên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên derbarê bernameya mûşekî, nukleerî û hejmara kuştiyên xwenîşandanên wî welatî de red kirin û ew wekî "derewên mezin" bi nav kirin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî îro li ser Xê bersiv da Serokê Amerîkayê Donald Trump

Îsmaîl Beqayî got, "Tiştên ku li ser bernameya nukleerî, mûşekên balîstîk û hejmara qurbaniyên aloziyên meha Kanûna Paşîn hatine gotin, tenê dubarekirina derewên mezin in."

Ev daxuyaniya Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê piştî wê yekê hat ku Donald Trump di gotara xwe ya salane ya Kongreyê de ragihandibû ku Tehran hewl dide mûşekekê çêbike ku bikaribe li axa Amerîkayê bixe.

Gelo Îran dikare li axa Amerîkayê bixe?

Berê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî  ragihandibû ku şiyana welatê wî nîne ku axa Amerîkayê bombebaran bike.

Lê Eraqçî  hişyarî dabû, eger Washington êrişî Îranê bike, ew dê baregehên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn bikin armanc.

Nakokiya li ser hejmara kuştiyan

Xaleke din a nakok a di navbera Tehran û Washingtonê de, hejmara kuştiyên xwenîşandanên dawî yên li Îranê ye.

Donald Trump di gotara xwe de îdia kir ku rayedarên Îranê di xwenîşandanan de 32 hezar kes kuştine.

Lê berpirsên Îranê tenê kuştina 3 hezar û 117 kesan qebûl dikin û Amerîka û Îsraîlê wekî sedema xwenîşandanan dibînin.

Li hêla din, ajansa mafên mirovan HRANAyê ragihandiye ku zêdetirî 7 hezar kes hatine kuştin û pêşbînî dike ku hejmar ji wê jî zêdetir be.

Dan û standin dest pê dikin

Ev daxuyaniyên tund ên Trump di demekê de ne ku roja pêncşemê gera sêyemîn a gotûbêjên di navbera Washington û Tehranê de bi navbeynkariya Umanê dest pê bike.

Amerîka daxwaz dike ku Îran meyandina uranyumê bi temamî rawestîne û sînorekî ji bo bernameya xwe ya mûşekî û piştgiriya komên çekdar ên li herêmê deyne. Lê Tehran wan daxwazan red dike.

Her wiha li gel van hewlên dîplomatîk, Donald Trump hêzeke deryayî ya mezin şandiye Rojhilata Navîn da ku zextên li ser Tehranê zêdetir bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst