TEHRAN - Lîstikvanê Kurd di xwenîşandanan de hat kuştin

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îran Rojhilatê Kurdistanê Xwenîşandan Rêbîn Muradî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hengawê ragihand ku ciwanekî Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê ku futbolîstê tîma ciwanan a Saipayê bû, di xwenîşandanên Tehranê de bi guleyên hêzên ewlehiyê yên Îranê hatiye kuştin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê da zanîn ku ciwanê bi navê Rêbîn Muradî yê 17 salî û xelkê bajarê Selas Bawecaniyê yê parêzgeha Kirmaşanê di dema xwenîşandanên Tehranê de canê xwe ji dest daye.

Li gorî zanyariyan, Rêbîn Muradî roja Pêncşemê hatiye kuştin lê malbata wî piştî çar rojan ji bûyerê agahdar bûye.

Hat diyarkirin ku heta niha termê wî radestî malbata wî nehatiye kirin.

Rêbîn Muradî lîstikvanê tîma ciwanan a Saipayê bû ku di Lîga Super a Ciwanan a Tehranê de dilîst.

Muradî ji ber asta xwe ya bilind wekî yek ji lîstikvanên jêhatî yên futbolê dihat naskirin.

Berdevka Hikûmeta Îranê Fatime Muhacîranî di daxuyaniya xwe ya herî dawî de li xwe mikur hat ku valahiyek di navbera hikûmetê û ciwanan de heye û got:

"Divê em valahiya di navbera ciwanan û hikûmetê de dagirin.

Eger xwendekarê me bi hêrs e, em berpirsyar in û divê em bi wan re biaxivin û guh bidin wan."

Fatime Muhacîraniyê diyar kir ku Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan biryara avakirina komîteyeke civaknasan daye ku sedemên hêrsa nifşê nû destnîşan bike.

Xwenîşandanan 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an ji ber bihabûn û xerabbûna rewşa jiyanê bi girtina dikanan a esnafên Tehranê dest pê kir û pişt re li 28 parêzgehên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê belav bû.

Welatên wekî Amerîka, Almanya, Brîtanya û Fransayê piştgiriya xwe ya ji bo xwenîşanderan nîşan daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst