Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya navxwe ya Îranê belav kir, Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ferman daye ku derbarê dosyaya nukleerê de bi Amerîkayê re dest bi gotûbêj û dan û standinan bikin.
Ajansa Tesnîmê spart çavkaniyeke agahdar û piştrast kir ku tê pêşbînîkirin di çend rojên bê de dan û standinên di navbera Îran û Amerîkayê de bi beşdariya berpirsên bilind ên her du welatan dest pê bikin.
Civîn li kû derê ye?
Wê çavkaniyê amaje bi wê yekê jî kir ku hîn dem û cihê temam ê civînê nehatiye diyarkirin lê tê pêşbînîkirin ku dan û standin di asta Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Steve Witkoff de bin.
Her wiha îro Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî ragihand ku welatê wî li ser pêkhateya dan û standinên îhtîmalî yên bi Amerîkayê re bi hûrgilî lêkolînê dike.
Beqayî diyar kir ku armanca wan rakirina cezayan û parastina berjewendiyên niştimanî ye û tekezî li ser şêwazeke hişyar û demeke diyarkirî kir.
Amadekariyên li Enqereyê
Çavkaniyekê ji hikûmeta Amerîkayê doj ji malpera "Axios"ê re ragihandibû, îdareya Donald Trump amade ye ku her di vê hefteyê de wan dan û standinan pêk bîne.
Li gorî rapora Axiosê, Tirkiye, Misir û Qeter kar dikin da ku vê hefteyê civînekê di navbera Steve Witkoff û berpirsên Îranê de li Enqereya paytexta Tirkiyeyê rêk bixin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse