Hewlêr (Rûdaw) - Îran êdî bi Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) re hevkariyê nake.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan biryar derxist û xist meriyetê ku hikûmeta Îranê neçar dike hemû hevkariyên xwe yên li gel Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) rawestîne.
Li gorî televîzyona fermî ya Îranê, Pizîşkiyan ev yasa wekî bertekeke li hemberî “êrişên dawî yên Îsraîl û Amerîkayê û şermezarnekirina van êrişan” îmze kiriye.
Pêşnûmeyasa ku 25ê Hezîranê ji aliyê Parlamentoya Îranê ve hatibû amadekirin, bi 221 dengên “Erê” û bêyî ti dengê “Na” hatibû pesendkirin.
Di yasayê de çi heye?
Yasaya ku rê nade çavdêrên ajansê derbasî Îranê bibin û hemû çalakiyên çavdêriyê radiwestîne 26ê Hezîranê ji aliyê Konseya Parêzvanên Destûrê ve jî hatibû pesendkirin.
Ev konsey ji bo yasayên parlamentoyê saziya biryara dawî ye. Bi vê yekê, ji bilî bicihanîna yasayê ti rê li ber hikûmetê nema.
Li gorî yasaya nû:
- Êdî ti çavdêrê IAEAyê nikare derbasî Îranê bibe
- Pêşkêşkirina her cure rapora derbarê çalakiyên atomî ya ji Ajansê re ji binî tê qedexekirin
- Hevkariya hikûmetê ya li gel Serokê IAEAyê Rafael Grossi ku ji aliyê berpirsên Îranê ve wekî “sîxur” tê binavkirin, hatiye astengkirin
Yasa dê li gorî xala 60emîn a Peymana Viyenayê ya sala 1969an heta du merc pêk werin di meriyetê de bimîne ku ew merc ev in:
1. Misogeriya Ewlehiyê: Divê serwerî, yekparçebûna axê, ewlehiya sazî û zanyarên atomê yên Îranê di bin garantiya navneteweyî de bin.
2. Misogeriya Mafan: Divê rêz li mafê Îranê yê enerjiya atomî ya sivîl a di çarçoveya xala 4emîn a Peymana Belavnebûna Çekên Nukleer (NPT) de bi temamî bê girtin.
Pêkhatina van mercan jî dê tenê bi rapora Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê û pesendkirina Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî fermî bibe.
Her wiha hikûmet mecbûr e ku her ji sê mehan carekê derbarê vê pêvajoyê raporekê pêşkêşî parlamentoyê bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse