Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê ragihand ku Cîgirê Birêvebirê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) sibe digihêje Tehranê û dan û standin dest pê dikin.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî îro ji medyaya welatê xwe re ragihand ku sibe bi serdana Cîgirê Birêvebirê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) ya Tehranê dan û standinên di navbera Îran û IAEAyê de dest pê bikin.
Ebas Eraqçî da zanîn ku serdana Cîgirê Rafael Grossi ne ji bo serdana saziyên atomî yên Îranê û pişkinîna wan e û tekezî li wê yekê kir, heta ku ew bi IAEAyê re ji bo destpêkirina pêwendî û hevkariyê negihêjin rêkeftineke nû ew dê rê nedin ku tîmên wan biçin serdana saziyên atomî.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî got:
“Sibe gotûbêjên me yên derbarê diyarkirina çarçoveyeke nû ya hevkariyê yên bi IAEAyê re dest pê dikin.
Min berê jî eşkere kiribû ku sibe Cîgirê Grossi tê Tehranê.
Ti bernameyên wî yên serdan û pişkinînê nînin.
Em hîn li ser çarçoveya nû negihîştine rêkeftinekê û heta em negihîjin vê çarçoveya nû, hevkarî jî dest pê nake.”
Eraqçî da zanîn ku çarçoveya hevahengiyê û hevkariyên wan ên bi IAEAyê re dê li ser bingeha yasaya Parlamentoya Îranê be.
Piştî êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li Îranê, Parlamentoya Îranê projeyasayek ji bo rawestandina hevkariya bi IAEAyê re pesend kiribû.
Rawestandina hevkariyên Îranê ya bi IAEAyê re di demekê de ye ku Tehran ji helwesta rêxistina navneteweyî û serokê wê Rafael Grossi ya li hemberî êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li saziyên wê yên atomî dilgiran e û di wê baweriyê de ye ku “helwestên nerast ên rêxistinê bûne sedema êrişa li Îranê”.
“Me ew vexwend”
Wezîrê Karên Derve yê Îranê roja 6ê Tebaxê ragihandibû:
“Li gorî daxwazên ajansê û di çarçoveya yasaya parlamentoyê de, me Cîgirê Birêvebirê Giştî yê IAEAyê vexwendiye Tehranê ku em derbarê şêwazeke nû ya hevkariyê û hevahengiya di navbera xwe de gotûbêjan bikin.”
Ebas Eraqçî diyar kir ku piştî şerê 12 rojan û bombebarana saziyên atomî yên Îranê ya ji aliyê Amerîkayê ve, rewşeke nû derketiye holê lewma pêwîst e ku awayê pêwendiyên Îranê yên bi IAEAyê re were guhertin û serdemeke nû di pêwendiyên wan de dest pê bike.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê derbarê destpêkirina dan û standinan a bi Amerîkayê re destnîşan kir ku heta niha ti biryar derbarê destpêkirina dan û standinan nehatine dayîn û demek ji bo wê mebestê nehatiye destnîşankirin.
Eraqçî amaje bi dan û standinên Îranê yên bi Fransa, Almanya û Brîtanyayê re jî kir û ragihand, aliyên Ewropî gefa çalakkirina mekanîzmaya “snapbackê” û vegerandina cezayan kirine lê helwesta Tehranê ew e ku mafê wan ê vî tiştî nîne û Ewropa êdî ne aliyekî beşdar ê rêkeftina atomî ya sala 2015an e.
Eraqçî her wiha destnîşan kir ku pêwendiyên wan bi wan 3 welatan re berdewam in lê ji bo gera bê ya dan û standinan demek nehatiye diyarkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse