Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Hikûmeta Îranê Fatime Muhaciraniyê ragihand ku ji bo jinûvedestpêkirina dan û standinên atomî yên bi Amerîkayê re hinek peyam gihîştine Wezareta Karên Derve ya Îranê.
Fatime Muhaciraniyê ji medyaya welatê xwe re ragihand ku dê paşê "di demeke guncav de derbarê çawanî û çendaniya peyaman" û mijarên din ên pêwendîdar de daxuyaniyekê bide.
Ev daxuyaniya Berdevka Hikûmeta Îranê û piştrastkirina hewlên ji bo destpêkirina gera nû ya dan û standinên di navbera Îran û Amerîkayê de di demekê de ye ku Serokkomarê wî welatî Mesûd Pizîşkiyan îro ragihand ku Komara Îslamî ya Îranê li dû çeka atomî nîne.
Pizîşkiyan amaje bi çalakiyên atomî yên Îranê kir û got, "Hemû ew bername ji bo çareserkirina pirsgirêkên xelkê yên ji bo nexweşiyan û tenduristiya wan in."
Serokkomarê Îranê tekezî li ser berdewamiya bernameya atomê ya welatê xwe kir û ragihand:
"Wêrankirina avahî û kargehan nabin pirsgirêk û em dê tesîsên atomê ji nû ve û bihêztir ava bikin."
"Em dikarin bi dan û standinên nerasterast bigihîjin rêkeftinekê"
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Ereqçî jî di hevpeyvîneke ku doh hatibû weşandin de, helwesta welatê xwe ya derbarê pirsa atomê û dan û standinên bi Amerîkayê re anî ziman û ragihand ku ew amade ne ji bo jinûvedestpêkirina dan û standinan da ku nîgeraniyên derbarê bernameya xwe ya atome de ji holê rakin.
Ereqçî got, hikûmeta welatê wî ji bo "dan û standinên avaker" amade ye, bi mercê ku aliyên din ji bo gotûbêjeke dadperwerane ya li ser bingeha rêzgirtina dualî amade bin.
Li gorî Wezîrê Derve yê Îranê, "Îhtimala gihîştina rêkeftineke dadperwerane heye lê mercên Washingtonê nayên qebûlkirin."
Ebas Ereqçî her wiha anî ziman, "Em ji dan û standinên rasterast ên bi Washingtonê re hez nakin lê em dikarin bi rêya dan û standinên nerasterast bigihîjin rêkeftinekê."
Berî ku şerê 12 rojî yê Tehran û Tel Evîvê di 13ê Hezîrana îsal de dest pê bike, pênc gerên dan û standinên nerasterast di navbera Îran û Amerîkayê de bi navbeynkariya Omanê hatibûn kirin.
Di meha Tebaxê de Fransa, Almanya û Brîtanyayê mekanîzmaya "Snapback"ê xistin meriyetê ku rê dida di nava 30 rojan de sizayên Neteweyên Yekbûyî ji nû ve bên sepandin, eger bihata îsbatkirin ku Îranê rêkeftina atomî ya sala 2015an bin pê kiriye û piştî 30 rojan jî ceza hatin vegerandin.
Di 29ê Îlonê de, Konseya Yekîtiya Ewropayê ragihand, ji ber pabendnebûna Tehranê bi sozên xwe yên atomî re, dê komek sizayên berfireh ji nû ve li ser Îranê bisepîne.
Di 18ê Çiriya Pêşîn de jî Îranê bidawîhatina rêkeftina atomî û biryarnameya 2231ê ya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ragihand û got, ti bend û sînordariyeke girêdayî bernameya wê ya atomî nema kar pê tê kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse