Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ragihand ku wî ferman daye Wezîrê Karên Derve Ebas Eraqçî da ku “di çarçoveya berjewendiyên nîştimanî yên Îranê de” rê li ber dan û standineke dadperwerane ya li gel Amerîkayê xweş bike.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan bi rêya hesabê xwe yê Xê belav kir ku wî biryar daye amadehiyên pêwîst ên ji bo destpêkirina dan û standinên li gel Amerîkayê bên kirin.
Pizîşkiyan di peyama xwe de diyar kir, wî Ebas Eraqçî peywirdar kiriye ku ji bo dan û standineke dadperwerane ya li gel Amerîkayê zemînê amade bike û ev li gel berjewendiyên nîştimanî yên Îranê bigunce.
"Daxwaza welatên dost"
Serokkomarê Îranê got: "Di bin ronahiya daxwaza hikûmetên dost ên herêmê ya ji bo bersivdana pêşniyara Serokê Amerîkayê ya ji bo dan û standinan, min ferman daye Wezîrê Karên Derve, eger atmosfereke guncav û dûrî gef û çaverêkirina neaqilane hebe, zemîna dan û standineke dadperwerane li ser esasê rûmet, hikmet û berjewendiyê di çarçoveya berjewendiyên nîştimanî de dabîn bike."
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî doh di konferansa rojnamegeriyê ya heftane de hebûna tevgereke nû piştrast kir û got:
"Pêvajoyeke dîplomatîk ji bo çêbûna dan û standinên navbera Îran û Amerîkayê dest pê kiriye."
Peyam çûne û hatine, di vê qonaxê de em mijûlî nirxandin û biryardana li ser hûrgiliyên wê pêvajoya dîplomatîk in ku dest pê kiriye û em hêvîdar in di rojên bê de bigihe encamê."
"Tenê dosyeya atomî"
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê amaje bi rola welatên herêmê kir û ragihand, di van rojan de berpirsên welatên cîran û herêmê hewldanên xwe zêde kirine û bi berdewamî di pêwendiyê de bûne.
Îsmaîl Beqayî derbarê naveroka guftûgoyan de xeta sor a welatê xwe diyar kir û got:
"Tehran tenê di çarçoveya dosyeya atomî û meyandina uranyumê de dan û standinan dike û ji bilî wê mijarê, li ser mijareke din guftûgoyê nakin."
Divê were bibîrxistin ku Amerîkayê hêzeke zêde ya leşkerî û keştiyên balafirhilgir anîne herêmê û Serokê Amerîkayê Donald Trump di egera têkçûna dan û standinan de gefa êrişkirinê dixwe lê Îran jî kêm nakişîne û bersivê dide gefên wî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse