Îran: Amerîka di mijara diyalogê de ne micid e

23-11-2025
Nîşan Îran Amerîka Diyalog Îsmaîl Beqayî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî, derbarê daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên ku gotibû "ew ji bo mizakereyan vekirî ye" axivî û got, "Amerîka di mijara dan û standinan de ne xwedî cidiyeta pêwîst e."

Li gorî ajansa fermî ya nûçeyan a Îranê (IRNA), Beqayî di civîna xwe ya çapemeniyê ya heftane de gotiye:

"Amerîka di mijara dan û standinan de ne xwedî cidiyeta pêwîst e. Yan ew dan û standinê rast fêhm nake yan jî cewhera tevgera wê ji ferzkirinê pê ve ne tiştekî din e."

Berdevkê Îranî da zanîn ku heta Amerîka li ser vê nêzîkatiya xwe bi israr be, dê ti dan û standina watedar pêk neyê.

“Ew vê yekê gelekî dixwazin”

Serokê Amerîkayê Trump, 18ê Çiriya Paşîn di hevdîtina xwe ya bi Şehzadeyê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman re ya li Koşka Spî ev daxuyanî dabû:

"Îran dixwaze peymanekê çêbike. Bi ya min, ew vê yekê gelekî dixwazin. Ez bi tevahî vekirî me, em bi wan re diaxivin û me pêvajo daye destpêkirin.

Dê baş be ku em bi Îranê re peymanekê çêbikin... Bi ya min, ew vê yekê gelekî dixwazin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst