Hewlêr (Rûdaw) - Bi fermana Serokkomarê Îranê, Elî Şemxanî wekî Sekreterê Encumena Parastinê ya Îranê hat destnîşankirin.
Elî Şemxanî şêwirmendê Rêberê Dînî yê Komara Îslamî ya Îranê ye jî.
Wî berê 10 salan sekreteriya Encumena Bilind a Ewlehiya Niştimanî ya Îranê kiribû.
Şemxanî di vê posta xwe ya nû de dê serpereştiya karên parastinê bike.
Êrişa Îsraîlê ya li mala Şemxanî
Di şerê 12 rojî yê Îsraîl û Îranê de, Îsraîlê li Tehranê mala Elî Şemxanî kiribû hedef lê belê Şemxanî ji wê êrişê rizgar bûbû.
Sekreteriya Encumena Bilind a Ewlehiya Niştimanî ya Îranê 3yê Tebaxa 2025an avakirina Encumena Parastinê ragihandibû.
Biryara avakirina encumenê li ser bingeha madeya 176an a destûra Îranê hatiye dayîn.
Erkê sereke yê encumenê gotûbêjkirina planên parastinê, bilindkirina şiyana hêzên çekdar ên Îranê û biryardana li ser wan mijaran e.
Endamên encumenê kî ne?
Serokkomarê Îranê serokatiya vê encumenê dike.
Li gorî nûçeya Ajansa Tesnîmê ya nêzîkî Supaya Pasdaran a Îranê, Serokkomar kesekî ji nav hêzên çekdar wekî sekreterê encumenê hildibijêre.
Di encumenê de Serokê Parlamentoyê, Serokê Desthilata Dadwerî, du nûnerên Rêberê Îranê û Sekreterê Encumena Bilind a Ewlehiya Niştimanî cih digirin.
Her wiha Wezîrê Îstixbaratê, Sererkanê Hêzên Çekdar, Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran, Fermandarê Giştî yê Artêşa Îranê û Fermandarê Baregeha Xatemul Enbiyayê jî endamên vê encumenê ne.
Li gorî madeya 176an a destûra Îranê, Encumena Bilind a Ewlehiya Niştimanî dikare encumenên wekî parastin û ewlehiyê ava bike.
Serokatiya van encumenan an ji aliyê Serokkomar ve an jî ji aliyê endamekî ku Serokkomar diyar dike ve tê kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse