Hewlêr (Rûdaw) - Du pîlotên Amerîkayî bi balafireke şer a cureyê F-15E Strike Eagle li asmanê Îranê li ser erkê xwe bûn lê rêwitiya wan neçû serî.
Berê Amerîka û Îsraîlê îdia dikir ku wan asmanê Îranê bi temamî kontrol kiriye û hemû pergalên parastina asmanî yên Îranê têk birine.
Lê ji nişka ve mûşekeke ku tê texmînkirin ji ser milan hatiye avêtin, li herêmeke asê ya çiyayî li başûrê rojavayê Îranê li balafirê xist.
Her du pîlot destika xweavêtinê dikişînin û bi paraşutên xwe li du deverên cuda dadikevin ser erdê.
Pêşbirka li gel demê
Ji vir pê ve êdî pêşbirka li gel demê dest pê dike.
Îran dixwaze her du pîlotan dîl bigire û Amerîka jî dixwaze bi her awayî wan rizgar bike.
Balafir dikeve xwarê lê hîn jî dikare cihê xwe ji bo amûrên wergirtina sînyalan bişîne.
Heta ew her du kursiyên ku bi pîlotan re ji balafirê vediqetin jî, amûrên şandina sînyalan di wan de hene û dikarin cihê xwe ji bo baregehên lêgerînê bişînin.
Pîlot ji wê kêliyê ve ji hev vediqetin û piştî ku dakevin ser erdê, her yek ber bi aliyekî ve diçe.
Protokola pîlotan û sînyalên veşartî
Pîlot di rewşên bi vî rengî de xwedî protokoleke karkirinê ne ku ji çar beşan pêk tê: Xweparastin, xweveşartin, parastin û dûrketin.
Pêngava yekem xweavêtina bi paraşutê û daketina zindî ye.
Pişt re xweveşartin û rêlibergirtina desteserkirinê dest pê dike.
Amûrên taybet ên pêwendiyê bi pîlotan re hene ku wekî (CSEL) tên naskirin. Bi rêya wan amûran dikarin agahiyan li ser cihên xwe bişînin.
Ev amûr pêlên radyoyê ji bo baregehên çavdêrî û lêgerînê dişîne. Her wiha dikare li ser rewşa pîlot, cihê wî û egera metirsiyê ji baregehan re agahiyan bişîne.
Lê hemû ev pêwendî bi rêya kodên taybet in û dijmin nikare sînyalên wan tesbît bike.
Tevî vê yekê jî divê pîlot agahiyên wiha bidin da ku werin naskirin. Pêwîst e baregehên wan piştrast bibin ku ev ne hewleke dijmin e ji bo xapandin û kişandina wan bo nav xefikekê.
Îranê xelata 15 milyar tumenî danî
Li aliyê din jî rayedarên Îranê dest bi hewldanên ji bo dîtina wan kiribû.
Hêzên Pasdaran, Besîc û gundiyên herêmê mijûlî lêgerînê bûn da ku wan bibînin.
Her wiha çekên dijbalafir li herêmê hatin belavkirin.
Televîzyona Îranê dem bi dem hişyarî belav dikir ku dê xelata 15 milyar tumenan bidin her kesê ku wan bikuje an jî desteser bike.
Amerîkayê balafirên xwe şewitandin
Amerîkayê hêzeke operasyonên taybet bi dehan balafirên şer û helîkopterên Black Hawkê şand cihê bûyerê.
Ev yek li gel şandina balafirên cureyê A-10ê ya ji bo piştgiriyê bû.
Îranî dibêjin ku wan li du helîkopterên Black Hawkê û balafireke A-10ê xistiye.
Divê were gotin ku pîlotê yekem zindî hatibû dîtin lê hîn negihiştibûn pîlotê duyem ê ku efserê bikaranîna bombe û mûşekên balafirê bû.
Amerîka neçar ma du balafirên MC-130 bi hêzên taybet re bigihîne cihê bûyerê. Ev balafir bi awayekî hatine dîzaynkirin ku dikarin li ser cihên xakî û rast jî deynin.
Tê gotin ku wan ji bo danînê sûd ji pîsta kevn a balafirgeheke çandiniyê dîtiye lê piştî danînê tiştekî ecêb qewimî û wan balafiran neşiyaye bifirin.
Hîn sedema vê yekê ne zelal e. Îran dibêje bi mûşekên wan bûne hedef û Amerîka jî dibêje ji ber pirsgirêkên teknîk xera bûne.
Yekser ferman ji hêza Amerîkayê re hatibû dayîn ku her du balafirên xwe li cihê danînê têk bibin û bişewitînin.
Bihayê her yekê ji van balafiran ji 100 milyon dolarî zêdetir e.
Encama operasyonê
Di dawiyê de, wê hêzê karî pîlotê duyem bibîne û rizgar bike.
Ev operasyon wekî karekî leşkerî yê kêmpeyda û kêmwêne derbasî dîrokê bû ku tê de rûbirûbûna rasterast bi aliyê Îranê re çêbûbû.
Lê aliyê Îranê jî bi têkbirina wê hejmara helîkopter û balafirên şer, guman xist ser wê îdiaya Amerîka û Îsraîlê ku asmanê welêt di kontrola wan de ye.
Çawa dibe bila bibe, ev operasyon bû ezmûneke biçûk û karî derbarê her operasyona berfireh a bejayî wêneyekî bide me.
Ev yek nîşan dide ku eger hewlên agirbestê û pêkanîna aştiyê negihîjin encamekê û şer derbasî qonaxeke tundtir bibe dê rewş çawa be.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse