Îranê girtiyê siyasî Mehran Behramiyan îdam kir

07-09-2025
RÛDAW
Nîşan Mehran Behramiyan Îran Îdamkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îranê di salvegera sêyemîn a xwenîşandanên "Jin, Jiyan, Azadî" de, girtiyê siyasî Mehran Behramiyan li Girtîgeha Destgêrdê ya Îsfehanê îdam kir.

Behramiyan xelkê navçeya Semîromê yê parêzgeha Îsfehanê bû û di dema xwenîşandanan de hatibû girtin.

Birayê wî Fazil Behramiyan jî di bin metirsiya îdamê de ye.

Li gorî agahiyên ku Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê bi dest xistine, girtiyê siyasî Mehran Behramiyan berbanga roja Şemiyê li Girtîgeha Destgêrdê hatiye îdamkirin.

Ajansa Nûçeyan a Mîzanê ku ajansa fermî ya Saziya Dadweriyê ya Îranê ye, îdam piştrast kir û ragihand ku Mehran Behramiyan bi tohmeta kuştina karmendekî dewletê yê li bajarê Semîromê hatiye girtin û bi îdamê hatiye mehkûmkirin.

Berê bi kefaletê hat berdan lê dîsa hat girtin

Behramiyan berê bi kefaletê hatibû berdan lê belê 30ê Tîrmeha 2025an di serdegirtina mala wî de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve careke din hatibû desteserkirin û wan ew veguhestibû Girtîgeha Destgêrdê.

Hengawê ragihandibû ku desteserkirina ji nişka ve derbarê bicihanîna bilez a cezayê îdamê yê Fazil û Mehran Behramiyan metirsiyên cidî çêkiribû.

Tevî ku li seranserî Semîromê ti dîmenên kamerayan tunebûn ku pêwendiya wî bi bûyerê re îspat bikin, biryara îdamê ya Mehran Behramiyan hat bicihanîn.

Behramiyan cara ewil di dema xwenîşandanên “Jin, Jiyan, Azadî” yên sala 2022yan de hatibû desteserkirin.

Birayê wî Fazil Behramiyan bi îdamê hat mehkûmkirin û Yûnis Behramiyan û Daryûş Saedî jî her yekî 16 sal cezayê girtîgehê li wan hat birîn.

Ev ceza, Sibata 2024an ji aliyê Dadgeha Temyîzê ya Semîromê ve bi serokatiya Dadwer Tevekkolî hatin erêkirin.

Her 4 kes Sibata 2025an bi awayekî demkî bi kefaletê hatin berdan.

Birayekî wî di xwenîşandanan de hatibû kuştin, yê din di bin metirsiya îdamê de ye.

Desteserkirina wan bi beşdariya wan a di merasîma bibîranîna xwenîşanderên ku di dema tevgera "Jin, Jiyan, Azadî" de hatibûn kuştin ve girêdayî bû; Elî Ebasî, Mûrad Behramiyan (birayê Mehran Behramiyan) û Mûslim Hûşengî.

Di dema merasîmê de, endamê Besîcê (rêxistina milîsên Îranê) Mohsen Rezayi jî hatibû kuştin.

Fazil Behramiyan cara ewil 31ê Kanûna Pêşîn a 2022yan di encama serdegirtina mala wî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû desteserkirin.

Piştî demeke kurt birayê wî Mehran jî hatibû girtin.

Her du jî berê birin navenda desteserkirinê ya Îstixbarata Supaya Pasdaran a Îranê û piştre jî ji bo Girtîgeha Destgêrdê hatin veguhastin.

Heta 18ê Adara 2023yan rastî şkenceyên giran ên fîzîkî û derûnî hatibûn.

Piştî ku Sibata 2024an cezayên giran li van welatiyan hatin birîn, esnaf û bazirganên Semîromê grevek li dar xist û daxwaza betalkirina bilez a biryarên îdamê yên derbarê her du girtiyên siyasî kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst