Hewlêr (Rûdaw) - Îranê pêşxistina amûrên nû yên etomî bi navê IR-9 aşkere kir û ragihand, şiyana wê amûra nû 10 caran ji amûrên senterfûcên berê zêdetir e.
Medyaya fermî ya Îranê ev amûra nû ya bi navê IR-9 di roja teknolojiyaya etomî li wî welatî aşkere kir û ragihand, şiyanên wê amûra nû hene ku Yoranyomê bi lezatiyeke zêdetir ji yên din heye.
Li gor zanyariyên ku Îranê aşkere kirine, berhemanîna vê amûrê ji amûra IR-1 50 caran zêdetir e.
Ji meha Çile ya îsal ve, Îranê dest bi meyandina uranyumê bo rêjeya ser 20% re kiriye.
Ev ragihandina Îranê di demekê de ye ku welatên zilhêz hewl didin ku Amerîkayê vegerînin nava rêkeftina etomî ya sala 2015an.
Amerîka di serdema îdareya Donald Trump de sala 2018an ji rêkeftina etomî vekişiya û Îran tometbar kir ku pabendî rêkeftina etomî nabe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse