Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Hêza Qudsê ya Supaya Pasdaran a Îranê Îsmaîl Qaanî 10ê Gulana 2026an di serdanekê de çû Bexdaya paytexta Îraqê.
Rojnameya Wall Street Journalê (WSJ) ya Amerîkayê ragihand ku Îsmaîl Qaanî ji berpirsên Çarçoveya Hevahengiyê xwestiye ku serkirdeyên komên çekdar ji hikûmetê dûr nexin.
Wall Street Journalê diyar kir, “Qaanî her wiha xwestiye ku divê çek ji wan koman neyên standin.”
Li hemberî vê yekê, berpirsekî payebilind ê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji rojnameyê re gotiye ku Washington li benda “gavên pratîkî” yên li dijî wan koman e.
Li gorî amarên Amerîkayê, ji dema destpêkirina şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê ve, wan komên çekdar 600 caran êrişî nûnertiyên dîplomatîk û leşkerî yên Amerîkayê yên li Îraqê kiriye.
Her ji ber vê yekê jî Washingtonê veguhastina dahata petrola Îraqê ya bi dolar û alîkariyên ewlehiyê yên ji bo Bexdayê dane sekinandin.
Avakirina hikûmetê û zexta ji bo çekdanînê
Serokê Saziya Neram Sînê Dr. Heyder Berzincî beşdarî bultena saet 12:00an a Rûdawê bû û pirsên Senger Ebdurehman bersivandin.
Dr. Heyder Berzincî derbarê mijarê de got, “Li medyayê zêde tê qalkirin lê ne wisa ye ku Qaanî bê Bexdayê û ji Çarçoveya Hevahengiyê re bibêje ku vetoya me li ser Zeydî heye.
Hem dê ew (Îraqî) qebûl nekin, hem jî Qaanî tiştekî wisa nabêje.”
Dr. Heyder Berzincî derbarê beşdarbûn yan nebeşdarbûna komên çekdar wiha axivî:
“Ev mijar bi rewşa navxweyî ya Îraqê ve girêdayî ye. Amerîkayî ji bo radestkirina çekan ji dewletê re zextê dikin.
Niha komek bi navê Nucebayê heye, ne parlamenterên wê hene û ne jî beşdarî hikûmetê bûye. Ew dê beşdar nebe jî.
Du kom dimînin: 8 kursiyên Seyîdul Şuhedayê û 6 kursiyên Ketayibê hene û ew dê jî beşdar nebin.”
Mercên Koşka Spî yên ji bo Elî Zeydî
Niha Îraq li ber avakirina hikûmeteke nû û guherînên siyasî ye.
Elî Falih Zeydî ji bo avakirina hikûmetê hatiye erkdarkirin.
Zeydî berê di warê siyasî de kesayetiyekî naskirî nebû.
Serokê Amerîkayê Donald Trump piştgirî da Elî Zeydî.
Trump her wiha Zeydî vexwendiye Washingtonê û ragihandiye ku Amerîka “heta dawiyê bi wî re ye.”
Wall Street Journal dibêje ku ev piştgiriya Koşka Spî bi merc e.
Washington ji Zeydî dixwaze ku komên çekdar ên nêzîkî Îranê ji hikûmeta nû ya Îraqê dûr bixe û serdestiya Tehranê ya li Bexdayê kêm bike.
Ev yek di demekê de ye ku Elî Zeydî berê jî rastî zextên Amerîkayê hatibû.
Ew xwediyê bankekê ye ku Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê di2024an de bi gumana pêwendiya bi serkirdeyekî komên çekdar ên bi ser Supaya Pasdaran a Îranê ve, dan û standina dolaran lê qedexe kiribû.
Wekî ku di raporê de hatiye diyarkirin, Elî Zeydî ku berê ti postên wî yên fermî tunebûn, wekî bijardeyeke lihevkirinê di navbera aliyan de derket pêş.
Ev jî piştî wê yekê hat ku Donald Trump hişyarî dabû ku eger serokwezîrê berê Nûrî Malikî bibe serokwezîr, Amerîka dê hemû alîkariyên xwe yên ji bo Îraqê bibire.
Piştî çend mehên rikeberiya siyasî, Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê dawiya meha borî berê xwe da Zeydî.
Wekî ku rojnameyê qal kiriye, berpirsên Îraqî beriya ragihandina navê Zeydî, erêkirina Amerîka û Îranê wergirtiye.
Trump û Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan heta niha bi rêya telefonê bi Zeydî re axivîne.
Ew niha mijûlî avakirina hevpeymaniyeke parlamentoyê ye da ku di hefteyên pêşiya me de baweriyê bidin wî û kabîneya wî.
Çîroka Banka Cenûbê û Şibil Zeydî
Sermayeya Elî Zeydî ji sektorên bank, kanalên asmanî û girêbestên bi hikûmetê re tê.
Wî beriya 10 salan Banka Îslamî ya Cenûbê û Şirketa Ewêsê (Oweis) damezirandiye.
Ev şirketa duyem berpirsê anîna xwarinê ya ji bo Wezareta Bazirganiyê ya Îraqê ye.
Biryara Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ya rawestandina dan û standina dolaran li Banka Cenûbê ya di sala 2024an de, li ser bingeha zanyariyên îstixbaratî bû.
Wan zanyariyan qal dikir ku pêwendiya bankê bi Şibil Zeydî re heye.
Şibil Zeydî yê ku ji sala 2018an ve ji aliyê Amerîkayê ve hatiye cezadan, Sekreterê Giştî yê koma Ketayîba Îmam Elî ye.
Ew tê tohmetbarkirin ku wekî rêkxerê darayî yê di navbera Hêza Qudsê û komên çekdar ên Îraqê de kar kiriye.
Her çend Serokê Encumena Birêvebiriya Banka Cenûbê Mazin Ehmed van tohmetan red dike û wan wekî "propaganda" bi nav dike jî, bank hîn jî di bin ambargoya dolaran de ye.
Elî Zeydî xwediyê ji sedî 9,90ê pişkên bankê ye. Ew û malbata xwe kontrola piraniya pişkan dikin.
Berdevkekî Şibil Zeydî jî ragihandiye ku ti pêwendiya siyasî an bazirganî di navbera wî û Elî Zeydî de nîne.
Tenê ew her du jî ser bi eşîra Zeydî ve ne ku hejmara wan digihîje 300 hezar kesî.
Li gorî raporê, sînordarkirina Banka Cenûbê derbeyeke mezin bû ji bo hikûmeta Îraqê.
Ji ber ku ew bank berpirsê rêkxistina kirîna kel û pelên ji bo para xwarinê ya mehane ya welatiyan bû.
Vê biryarê bi taybetî gef li hawirdekirina rêjeyeke zêde ya birinc a ji hilberînerên Amerîkayê kir.
Lê berpirsên Îraqî û Amerîkayî rêyek dît da ku Şirketa Ewêsê karibe birincê Amerîkayê bi euro bikire, ne bi dolaran.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse