Îranê xwendekarekî zanîngehê îdam kir

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îrfan Şakurzade Îran Îdam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rayedarên Îranê roja duşemê girtiyekî din ê ku bi sîxurî û hevkariya bi dezgehên îstixbarata Amerîka û Îsraîlê re dihat tohmetbarkirin, îdam kir.

Ev yek di demekê de pêk hat ku ji destpêka şer ve bi dehan kes hatine îdamkirin.

Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê ya ku nêzîkî Supaya Pasdaran a Îranê ye îro ragihand:

"Îrfan Şakurzadeyê kurê Cefer, bi tawana hevkariya bi servîsa îstixbarata Amerîkayê û servîsa sîxuriyê ya Mossadê re hat bidarvekirin."

Tesnîmê li gorî belgeyên dadgehê diyar kir ku Îrfan Şakurzade dema li yek ji saziyên zanistî yên welêt ên li ser teknolojiya peykan (satelayt) dixebitî, hewl daye zanyariyên "nihênî" bide "servîsên dijmin".

9 mehan di hucreya yekkesî de ma

Îrfan Şakurzade 29 salî bû û xwendekarê Zanîngeha Zanist û Teknolojiyê ya Îranê ya li Tehranê bû.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, Şakurzade destpêka 2025an ji aliyê hêzên Supaya Pasdaran ve bi hinceta “hevkariya bi welatên dijmin re” hatibû desteserkirin.

Hengawê da zanîn ku destpêkê ti zanyariyek li ser cihê wî û dosyeya wî nedabûn malbata wî.

Rêxistina mafên mirovan eşkere kir ku Şakurzade 9 mehan di hucreyeke yekkesî de hatiye ragirtin û rastî şkenceyeke giran a hêzên îstixbarata Supaya Pasdaran hatiye.

Hengawê û rêxistinên din roja înê ragihandibûn ku Dadgeha Bilind cezayê darvekirinê yê Şakurzade pesend kiriye.

Wan her wiha dabû zanîn ku Şakurzade birine hucreyeke yekkesî ya li Girtîgeha Qizilhesarê ya li parêzgeha Elborzê.

Veguhestina ji bo hucreya yekkesî wekî nîşaneya wê yekê tê dîtin ku dê girtî di demeke nêzîk de were îdamkirin.

Divê were gotin ku medyaya dewletê û saziyên nêzîkî Supaya Pasdaran li ser tohmeta sîxuriyê ya Şakurzade ti belgeyek nîşan nedaye.

Nameya ji girtîgehê: Ez bêguneh im

Beriya ku were îdamkirin, Îrfan Şakurzade karîbû nameyekê ji girtîgehê bişîne derve û di wê nameyê de gotibû ku ew bêguneh e.

Li gorî Hengawê, Şakurzade di nameya xwe de wisa gotibû:

“Ez Îrfan Şakurzade me, yek ji wan kesên xwedî jêhatîbûn ku min biryar da ez koçber nebim. Ez bi tohmetên bêbingeh ên sîxuriyê hatim girtin.

Piştî 8 meh û nîvan a di bin şkence û hucreya yekkesî de, ez neçar mam ku ez îfadeyên bi zorê bidim.

Rê nedin ku jiyana mirovekî din ê bêguneh di nava bêdengiyê de ji dest biçe.”

Welatiyekî Îranî yê li Tehranê piştî îdamkirina Şakurzade li ser hesabê xwe yê Xê bertek nîşan da û got:

"Dema ku xortekî geş, di temenekî ku nû dest bi jiyanê kiriye de, bi wî lezî ji jûra lêpirsînê dibin ber sêdarê, ev nîşaneya têkçûna pergalekê ye ku ji bo stendina canekî ji rizgarkirina wî leztir tevdigere.

Li gorî min, ev yek têgeha dadmendiyê ya li Îranê ji binî ve têk dibe."

Pêla îdamkirinê didome

Îran cezayê îdamê wekî amûrekê ji bo zexta dewletê û bêdengkirina mixalefetê bi kar tîne.

Rêxistinên mafên mirovan diyar dikin ku piştî destpêka şerê 28ê Sibatê heta niha rayedaran bi dehan girtiyên siyasî îdam kirine.

Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) eşkere kir ku Îranê 2025an 2 hezar û 63 kes îdam kirine.

Ev jî di 35 salên dawî de hejmara herî bilind a tomarkirî ye.

Lêkolînera Payebilind a Îranê ya Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) Behar Sebeyê pêncşemê got ku Îranê ji 18ê Adarê ve herî kêm 28 kes bi "tohmetên siyasî" îdam kirine.

Dawiya Nîsanê jî Neteweyên Yekbûyî piştrast kir ku ji destpêka şer ve 21 kes hatine îdamkirin û zêdetirî 4 hezar kesan jî hatine desteserkirin.

Girtiyên ku di xwenîşandanên 2022yan, xwenîşandanên Kanûna Paşîn a 2026an, şerê 12 rojan ê bi Îsraîlê re yê Hezîrana 2025an û şerê niha de hatine desteserkirin, bi lez û bez tên darizandin.

Ew bi tohmetên wekî "sîxurî" û "hevkariya bi dijmin re" rûbirû dimînin.

Serokê Dezgeha Dadê ya Îranê ragihandiye ku ew dê li hemberî kesên ku bi welatên dijmin re, bi taybetî jî bi Amerîka û Îsraîlê re hevkariyê dikin, ti rehmê nekin.

Pêla îdamkirinên dawî rêxistinên mafên mirovan, di nav de Rêxistina Lêborîna Navneteweyî (Amnesty International) hêrs kirine.

Amnestyê bangî civaka navneteweyî kiriye ku rê li ber darvekirinên Tehranê bigire ku girtiyên siyasî yên Kurd jî di nav de ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst