Hewlêr (Rûdaw) - Îranê, tometbarkirina welatiyekî Îranî bi plana kuştina John Bolton, şêwirmendê ewlekariya netewî yê serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump, weke “bêbingeh” bi nav kir û hişyarî da Amerîkayê.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir ku rayedarên dadwerî yên Amerîkayê welatiyekî Îranî yê li vî welatî bi mebestên siyasî û bêyî pêşkêşkirina delîlên rast sûcdar kirine.
Nasir Kenanî got, “Komara Îslamiya Îranê têkildarî her kiryara li dijî hemwelatiyên Îranê bi behaneya van tohmetên pêkenok bi tundî hişyariyê dide û tekez dike, ji mafê xwe dizane ku hemû tedbîrên di çarçoveya yasayên navdewletî de bo berevanîkirin ji mafên dewlet û hemwelatiyên Komara Îslamiya Îranê bigire.”
Rêveberiya Washingtonê duh welatiyê Îranî yê bi navê Şehram Pûrsefî ku tê îdiakirin endamê Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê ye, bi plansaziya kuştina Bolton ku di serdema Trump de şêwirmendê ewlehiya neteweyî bû, tawanbar kir.
Wezareta Dadê ya Amerîkayê duh Çarşembê 10ê Tebaxê ragihand, “Şehram Pûrsefî” ku weke “Mehdî Rizayî” jî tê naskirin, jidayikbûyê Tehranê ye û ji aliyê Supaya Pasdaran ve hin kes li Amerîkayê ji bo kuştina John Bolton amade kirine.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Dadê ya Amerîkayê, Şehram Pûrsefî bi egereke zêde “ji bo tolhildana Qasim Sulêmenî” ku di 2020an de ji aliyê Amerîkayê ve hat kuştin, ji bo kirêgirtina kesên ku kuştinê pêk tînin, 300 hezar dolar daye kesekî.
Di daxuyaniyê de tê gotin, ku Pûrsefî yê ku navê wî di giliya sûcê de ku li dadgeha federal a Washingtonê hatiye kirin, niha li derveyî Amerîkayê ye û di egera desteserkirinê de dê “ji ber hewldana ji bo piştgiriya li planeke kuştinê ya navneteweyî” were darizandin.
Îran, Bolton bi kuştina Qasim Sulêymanî tohmetbar dike
Bolton ku di serdema Trump de di salên 2018-2019an de bi qasî 1.5 sal şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê bû, di dema erka xwe û beriya wê de gotinên tund li dijî Îranê dikirin û di serdema Bolton de Amerîka rastî nakokiyên rasterast bi Îranê re hat.
Amerîkayê di 3ê Çileya 2020an de li Balafirgeha Bexdayê bi dronekê li dijî karwana wesayîta Fermandarê Hêza Qudsê ya Supaya Pasdaran Qasim Sulêymanî êrîşeke esmanî pêk anîbû û Sulêymanî di êrîşê de hatibû kuştin.
Rayedarên Îranê bi taybet fermandarên Supaya Pasdaran ragihandine ku ew dê tola xwe hilînin.
Di 19ê Çileya 2021ê de, Îranê ragihandibû ku wan berpirsên payebilind ên berê yên Amerîkayê, di nav de Bolton û Trump, xistine lîsteya cezayan, bi tohmeta ku pêwendiya wan bi kuştina Qasim Sulêymanî re heye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse