Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Bilind ê Rêberê Îranê tûşî Koronayê bû û li mala xwe hatiye kerentînekirin.
Elî Ekber Wîlayetî, Şêwirmendê Bilind ê Rêberê Îranê bo karûbarên derve ku hevdem Serokê Nexweşxaneya Mehîs Danişwer ya Tehranê, piştî pişkinînan derket ku tûşî vîrusa Koronayê bûye û niha li mala xwe hatiye kerentînekirin.
Li gor daxuyaniya Nexweşxaneya Mehîs Danişwer ku niha taybet e bi tûşbûyên Koronayê, rewşa tendirustiya Wîlayetî cêgir e û ber bi başbûnê ve diçe.
Ji maweyê gihiştina Koronayê bo Îranê, çendîn berpirsên bilind ên Îranê tûşî vîrusa Koronay bûne ku hejmarek ji wan jî bi wê nexweşiyê canê xwe ji dest dane.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse