Li Îranê qeza: 13 mirî, 11 birîndar

16-12-2025
Nîşan Îran Qeza Mirî û Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li nêzîkî bajarê Îsfehanê yê Îranê di qezayeke otobusê de 13 kes mirin û 11 kes jî birîndar bûn.

Li gorî televizyona fermî ya Îranê, Berdevkê Heyva Sor a Îranê Mucteba Xalidî derbarê qezayê agahî dane û gotiye:

"Di qezaya otobusê ya ku li ser rêya Îsfehan-Netenzê çêbû de 13 kesan canê xwe ji dest da û 11 kes jî birîndar bûn."

Mucteba Xalidî diyar kir ku tîmên tenduristiyê midaxeleya pêşî li cihê bûyerê kiriye û birîndar bi ambulansan rakirine nexweşxaneyên li derdorê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst