Li Îranê gelek kes pirtûka John Bolton dikirin

17-08-2020
RÛDAW
Nîşan John Bolton Amerîka Trump Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pirtûka vê dawiyê ya John Bolton, şêwirmendê berê yê ewlekariya niştimanî ya Amerîkayê ya li ser Donald Trump ku bi zimanê Farsî hatiye wergerandin, li Îranê gelek tê firotin û bazara firotina vê pirtûkê li wî welatî germ e. 

Xelkê Îranê wan pirtûkan dikirin ku behsa kêmasiyên Trump dikin ku yek ji wan  pirtûka Bolton a bi navê “Odeya Bûyeran” herweha pirtûka Mary Trump a bi navê “Çawa Malbata min kesê herî metirsîdar ê cîhanê çêkir” li Îranê gelek têne firotin. 

Pirtûka Bolton di roja 23-6-2020 de li Amerîka kete bazarê û tevî ku Donald Trump serokê Amerîka gelek hewil dan rê li ber belavbûna vê bigre lê serkeftî nebû.

Pispor dibêjin, dema belavbûna Pirtûkê bo Trump û Idareya wî gelek xirab e ji ber ku dibe bandore li ser hilbijartinên serokatiya Amerîka bike ku biryare di cotmeha Îsal de birêve biçin.

Bolton di pirtûka xwe de rexneyan ji siyaseta derve ya Trump digre li hember çend welatên rojhilata navîn û biryara vekişîna hêzên Amerîka ji Sûriyê bi şaştiyeke mezin dide zanîn, herweha dibêje poşmanbûna Trump ji tolhildan li Îranê li hember xistina firokeya pê firokevan a Amerîka helwêsteke ecên bû.

John Bolton di pirtûka xwe de dibêje, siyaseta sist û tejî kêmasî ya li gel Venezuelayê ji bo temaşekirinê jî biêş bû.

Beşek ji pirtûka Bolton derbarê Kurdan û bi taybet Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de ye. Bolton di vê pirtûka xwe de derbarê Kurdan de dibêje, Trump di axaftinên xwe de bi aşkere gotiye ku ji Kurdan hez nake. Li gor pirtûkê, Trump herwiha gotiye, Kurd li ber iraqiyan û tirkan direvin û tenê demekê di şer de narevin ku Amerîka aliyê beramberê wan bi firokeyên F-16 bombebaran dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst