Li Îranê teqîn, 5 kes mirin

17-09-2025
Nîşan Îran Teqîn Mirî û Birîndar Ehwaz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li avahiyeke li bajarê Ehwazê yê li navenda parêzgeha Xuzistanê ya li başûrrojavayê Îranê teqînek çêbû û 5 kes mirin.

Birêvebirê Saziya Parastina Sivîlan a Ehwazê Babek Rebîî ragihand ku serê vê sibehê li avahiyeke çar qatî ya li taxa Perdîsê ya bajarê Ehwazê teqînek çêbûye.

Li gorî agahiyên ku Babek Rebîî dane, di vê teqînê de 5 kes mirine û 2 kes jî birîndar bûne.

Wî her wiha got ku îhtimal heye hîn kesek di bin kavilên avahiya hilweşiyayî de mabe.

Ji ber vê yekê jî tîm li cihê bûyerê xebatên xwe yên lêgerîn û kontrolê didomînin.

Babek Rebîî destnîşan kir ku teqîn gelekî bihêz bûye û avahiya çar qatî bi temamî wêran kiriye.

Her wiha zerereke mezin gihandiye avahî û malên derdorê.

Wî derbarê sedema teqînê ragihand ku li ser bûyerê lêkolînê dest pê kiriye û li gorî encamên destpêkê teqîn ji ber rijîna gazê bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst