Hewlêr (Rûdaw) - Dezgeha Dadweriyê ya Îranê ji bo wê bibin nexweşxaneyê şertê nivîsandina “tobenameyê” li ber girtiya siyasî Zeyneb Celaliyanê daniye.
22 rêxistin û saziyên mafên mirovan ragihand ku Dezgeha Dadweriyê ya Îranê ji bo wê bibin nexweşxaneyê ji Zeyneb Celaliyanê xwestiye ku “tobenameyê" binivîse.
Jiyana wê di metirsiyê de ye
Wan rêxistin û saziyan di daxuyaniyeke hevpar de da zanîn ku Zeyneb Celaliyan 17 sal in di girtîgehê de ye û ji ber nexweşiyên ku pê ketine û bêparkirina ji xizmetên tenduristiyê, jiyana wê di metirsiyê de ye.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Zeyneb Celaliyan li girtîgehê bi nexweşiyên gurçik, têkçûna sîstema hezmê û dîtinê ketiye û gumana penceşêrê jî heye û pêwîst e bi lezgînî ji bo wê pişkinînên bên kirin.
Banga Neteweyên Yekbûyî bê bersiv ma
Wan rêxistin û saziyan amaje bi daxuyaniya 9 raportor û nûnerên taybet ên Neteweyên Yekbûyî ya 1ê Gulana îsal kir ku tê de ji desthilata Îranê xwestibûn ku bi lezgînî çareseriya bijîşkî jê re were kirin.
Lê li gorî daxuyaniya wan rêxistin û saziyan, piştî wê daxuyaniyê ti guherîn di rewşa Zeyneb Celaliyanê de çênebûye.
Ew 22 rêxistin û saziyên navneteweyî dibêje ku Dezgeha Dadweriyê ya Îranê şertê nivîsandina "tobenameyê" daniye pêşiya Zeyneb Celaliyanê da ku rê were dayîn wê bişînin nexweşxaneyê.
Zeyneb Celaliyan sala 1982yan li bajarê Makûyê yê parêzgeha Urmiyeyê ji dayîk bûye û sala 2008an li Kirmaşanê hatiye desteserkirin.
Destpêkê bi tohmeta "hewldana li dijî ewlehiya neteweyî ya Îranê" cezayê darvekirinê lê hat birîn.
Lê dadgeha temyîzê piştre cezayê wê guherî yê heta hetayê.
Ew niha li Girtîgeha Yezdê girtî ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse