Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya Îranê ragihand, hêzên Îranê 5 sîxurên Dezgeha Îstixbaratê ya Îsraîlê (Mossad) desteser kirine ku bi “xirabkirina navê Îranê ya bi rêya înternetê” tên tohmetbarkirin.
Medyaya Îranê da zanîn, Supaya Pasdaran a Îranê ragihandiye ku wan kesan dixwest bi rêya çalakiyên li ser înternetê tirsê di nava gel de belav bikin û wêneyê sîstema Komara Îslamî ya Îranê xirab bikin.
Ew 5 kes li parêzgeha Loristanê ya Rojhilatê Kurdistanê hatine desteserkirin.
Desteserkirina wan kesan di roja 6an a şerê di navbera Îran û Îsraîlê de hat kirin.
Îran rojê yekem a êrişê artêşa Îsraîlê ku roja şemiyê bû ragihand ku ew dê înternetê bi demkî sînordar bikin.
Ji wê demê ve, çend malper û sepan ji kar ketine.
Desthilata Îranê roja sêşemê ji welatiyên xwe xwest ku “bikaranîna amûrên bi înternetê ve girêdayî kêm bikin”.
Medyaya fermî ya Îranê roja sêşemê ji welatiyên Îranê re ragihand ku sepanên WhatsApp û Instagramê ji telefonên xwe bibin ku cih û agahiyên kesî yên bikarhêneran kom dikin û didin Îsraîlê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse