Şêwirmendê bilind ê Rêberê Komara Îslamî ya Îranê û Serokê Encûmena Peywendiyên Derve yên Îranê, Kemal Xerazî. Wêne: IRNA
Hewlêr (Rûdaw) – Şêwirmendê bilind ê Rêberê Komara Îslamî ya Îranê û Serokê Encûmena Peywendiyên Derve yên Îranê, Kemal Xerazî ragihand, “Îran teknolojî û şiyana teknîkî ya pêwîst ji bo çêkirina bombeya etomî heye, lê belê heta niha biryarek derbarê vê yekê de nedaye.”
Kemal Xerazî roja Yekşembê 17ê Tîrmeha 2022an di hevpeyvînekê de bi kanala Aljazeera ya Qeterê re got, ji ti kesî veşartî nîne ku Îran dikare bombeya etomî çê bike. Xerazî diyar kir, “Tehran dikare di nava çend rojan de rêjeya meyandina uraniyumê ji %20 bilind bike bo %60 û heta dikare bigihîne %90î.”
Li gor raportên Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Etomê, “Îranê heta niha bi rêjeya %3.6, %20 û %60 dest bi meydandina uraniyumê kiriye û eger Tehran wê rêjeyê bigihîne %90î, dê bibe xwediyê kapasîteya Bombeta etomî.”
Raporta herî dawî ya ajansê ku roja 18ê Tîrmehê di medyayên amerîkî de hatiye belavkirin, nîşan dide ku Îranê di navenda etomî ya Ferdo de dest bi bikaranîna santrîfiyûjên pêşkeftî kiriye û hewl dide ku rêjeya meydandina uraniyonê zêdetir bike.
Şêwirmendê Elî Xaminêyî herwiha ajansa navdewletî ya Enerjiya Etomî bi wê yekê tohmetbar kir ku “bi sedema pabendnebûna bi însaf û serxwebûnê”, çareserkirina nakokiyan gelek dijwar kiriye.
Encûmena Desthilatdar a Ajansa Navdewletî ya Etomî di meha bihorî de bi piraniya dengn biyarnameyek li dijî Îranê pesend kir û di wê biryarnameyê de rexne ji Tehranê girt ku bi wê saziyê re nabe alîkar.
Îranê yekser di bersiva biryarnameya Encûmena Desthilatdar a Ajansa Navdewletî ya Etomî de, biryara tolhildaê girt, “weke vemirandina kamêrayên çevdêriyê di beşek ji tesîsên etomî ya Îranê û herwiha destpêkirina proseya danîna santrîfiyûjên pêşkeftî.”
Di beşeke din a axaftina xwe de Kemal Xerazî dibêje, Amerîkayê garantiyên pêwîst ji bo parastina rêkeftina etomî nedaye û tekez kir, “ev yek dê her cor rêkeftinekê ji nav bibe.”
Şêwirmendê bilind ê Rêberê Îranê herwiha gef li Îsraîlê jî xwar ku ragihandiye, ‘mafê wê yê biryardanê li bermaber gefên Komara Îslamiya Îranê heye’ û diyar kir, “Di egera armanckirina navendên xwe yên hesas de Îranê manovreyên berfireh ji bo armanckirina kûrahiya axa “Îsraîlê ” pêk anîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse