Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan Mesûd Pizîşkiyan li ser şerê bi Îsraîlê re daxuyaniyeke balkêş da û got, "Mûşekên wan ji yên me hesastir û bihêztir bûn."
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Îranê (IRNA), Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan li parêzgeha Xorasana Başûr beşdarî civîneke bi navê "Tevgera Pêşxistina Edaletê di Perwerdehiyê de" bû û li wir axivî.
Mesûd Pizîşkiyan behsa şerê 12 rojî yê di navbera Îran û Îsraîlê de kir û li xwe mikur hat ku teknolojiya mûşekî ya Îsraîlê li pêş bû.
Serokkomarê Îranê got, "Mûşekên wan (Îsraîl) ji yên me hesastir, pirtir û bihêztir bûn lê gelê me dijmin bê hêvî kir."
"Dijmin dixwest welêt parçe bike"
Pizîşkiyan bal kişand ser helwesta gelê Îranê ya di şer de û wiha pê de çû:
"Dijmin amade bû ku welatê me parçe bike lê hêza gel bû sedema têkçûna wan."
Mesûd Pizîşkiyan tekezî li ser hevgirtina bi gel re kir û rexne li burokrasiyê girtin û got:
"Eger em bi hesasiyeteke mezin ji bo alîkariya gel tevbigerin û bixwazin di şert û mercên heyî de guhertinekê çêbikin, bê guman em dê rêyekê bibînin.
Lê eger em li benda biryara Parlamentoyê û çalakiya hikûmetê bin, em dê negihêjin ti derê."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse