Hewlêr (Rûdaw) - Li paytexta Îranê bajarê Tehranê, di roja duyem a kêmkirina tedbîrên taybet bi rûbirûbûna koronayê de, xelkê bajêr firoşgehên xwe vekirin.
Li Îranê piştî kêmbûna haletên tûşbûna vîrusa koronayê ya cureya nû (Covid-19) jiyana rojane hêdî hêdî asayî dibe li hinek bajarên wî welatî beşek ji xelkê dest bi vekirina dikan û firoşgehên xwe kirine.
Firoşkar Mîhirdad Xefarî dibêje: “Me firoşgeha xwe vekir, ji ber ev karê me dikeve çarçoveya karên kêm metirsî. Lê daxwazeke me ji hikûmetê heye ku di mijara dana bacê de hinekî hevkariya me bike, ji ber nêzîkî du meh e firoşgehên me girtî bûn, ev take daxwaza me ye.”
Li bazara Tehranê û navçeyên din ên Îranê, firoşkar û bazirgan daxwaza efûkirina bacê dikin daku beşek ji zerarên serdema koronayê qerebû bikin, lê belê heta niha hikûmetê di vê derbarê de ti helwêstek pêşan nedaye.
Firoşkar Sîna Ebasî jî got: “Niha em nizanin çi bikin. Eger hikûmet di warê bac û darayî de hevkariya me neke, wê demê pirsgirêkên me çêdibin.”
Di çarçoveya rûbirûbûna koronayê de, hikûmeta Îranê du pakêtên hevkarîkirina hejar û kêmdahatan ragihand, pakêtek 15 dolar bo her takekî û pakêta duyem nêzîkî 65 dolar e ku bi deyn bo xelkê tê dayîn.
Firoşkar Muhsîn jî wiha axivî: “Yek meh e em bêkar bûn û li bendê ne hikûmet li ser dabînkirina xizmetguzariyên tendirûstî berdewam be daku xelk bê tirs bikaribin bên bazarê û kar û barên xwe birêbikin.”
Li Îranê zêdeyî 80 hezar kes bi vîrûsa Coronayê ketine, mirina bi Coronayê jî 5 hezar derbas kiriye, lê hikûmetê biryara asankirina kerentînekirina xelkê daye bi mercê rênmayiyên tendirûstî peyrew bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse