Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Komîsyona Avedankirin û Veguhastinê ya Meclisa Bajêr a Tehranê ragihand ku hejmara qurbaniyên qezayên trafîkê li gorî 4 sal berê 2 qat zêde bûye û niha rojane bi navînî 3 kes li wî bajarî di qezayan de dimirin.
Serokê Komîsyona Avedankirin û Veguhastinê ya Meclisa Bajêr a Tehranê Cafer Teşekurî Haşimî ragihand, di 7 mehên borî de li gorî heman heyama par, hejmara qurbaniyên qezayên trafîkê li Tehranê ji sedî 47 zêde bûye.
Cafer Teşekurî Haşimî da zanîn ku par di 7 mehan de 353 kes li bajarê Tehranê bi qezayên trafîkê miribûn lê îsal di heman heyamê de hejmara qurbaniyan derketiye 517an.
Haşimî bal kişand ser zêdebûna qurbaniyan û got:
"Ev der ne Xeze ye, ne Sûdan e û ne jî qada şer e.
Ev der bajarek e ku xelk serê sibehê bi hezaran hêviyan ji malên xwe derdikeve da ku nanekî helal bibe mala xwe.
Lê mehane 90 kes û rojane jî bi navînî 3 kes li vî bajarî di qezayên trafîkê de canê xwe ji dest didin."
Haşimî amaje bi planên şaredariyê yên ji bo kêmkirina qezayên trafîkê kir û diyar kir ku şaredarî di bicihanîna planê de bi ser neketiye û wiha axivî:
“Me di plana 4 salan de wiha danîbû ku salane bi rêjeya ji sedî 5 qezayên trafîkê bên kêmkirin. Li gorî planê diviyabû hejmara qezayên trafîkê ji sedî 20 kêm bibûya lê niha bi rêjeya ji sedî 70 zêde bûye û hejmara qurbaniyan jî nêzîkî du qatan zêde bûye."
4ê Çiriya Paşîn a 2025an, Saziya Tiba Dadî ya Îranê amara 6 mehan a qezayên trafîkê yên li welêt belav kiribû û ragihandibû ku di navbera 21ê Adarê û 21ê Îlonê de, 10 hezar û 414 kesan di qezayên trafîkê de canê xwe ji dest daye û 202 hezar û 145 kes jî birîndar bûne.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse