Li Tehranê deriyê girtîgeha girtiyên siyasî hat bombebarankirin

23-06-2025
RÛDAW
Nîşan Tehran Îran Îsraîl Girtîgeha Evînê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tehrana paytexta Îranê deriyê Girtîgeha Evînê ku girtiyên siyasî lê tên girtin hat bombebarankirin.

Ajansa Nûçeyan a Farsê da zanîn ku êriş li ber deriyê sereke yê Girtîgeha Evînê hatiye kirin.

Hat destnîşankirin ku êriş bi dronê pêk hatiye lê derbarê mijarê de hîn daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

Servîsa îstixbarata derve ya Îsraîlê (MOSSAD), li ser hesabê xwe yê medyaya civakî yê Xê dîmenên têkildarî êrişê parve kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst