Îran: Belgenameyên rêkeftina atomî amade ne

20-06-2021
RÛDAW
Nîşan Îran Rêkeftina Atomî ya Îranê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro gotûbêjên taybet bi Rêkeftina Atomî ya Îranê li Viyenaya paytexta Nemsayê hatin lidarxistin û Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî jî dibêje, “niha hema hema belgeyên rêkeftinê amade ne” û şand dê vegerin welatên xwe, “ne tenê bo şêwirê lê belê ji bo biryardanê.”

Civîna îro heftemîn gera gotûbêjên aliyên têkildar ên Rêkeftina Atomî ya Îranê, Almanya, Fransa, Brîtanya, Rûsya, Çîn û Yekîtiya Ewropayê ye ku di meha Nîsana îsal de hatiye destpêkirin.

Gotûbêjên îro jî bêyî amadebûna şanda Amerîkayê ne. Şanda Amerîkayê li Viyenayê ye, lê tevlî civînan nabe û bi rêya welatên beşdar di civînan de agahdarî hûrgiliyan dibe.

Mikhail Oliyanov, danûstankarê Rûsyayê têkildarî gotûbêjên îro li ser twittera xwe nîvisandiye, roja Yekşemê 20ê vê mehê civîna taybet bi Rêkeftina Atomî ya Îranê tê lidarxistin û tê de awayê berdewambûna gotûbêjan tê diyarkirin.

Mikhail Oliyanov herwiha daye zanîn ku aliyên danûstankar li rêkeftinekê nêzîk bûne, lê hêj jî negihiştiye qonaxa dawî.

Hefteya borî Rêveberê Giştî yê Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî Rafail Grossi ragihandibû, pêwîste gotûbêjên Vienayê bêne rawestandin heta encama hilbijartinên serokatiya Îranê eşkere bibin.

Grossi herwiha gotibû, vegera bo rêkeftina atomî pêwîstî bi îradeya siyasî ya hemû aliyan heye.

Li aliyekî din, Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ku hevdem berpirsê tîma danûstankar a Îranê di civînên Viyenayê de ye, roja Yekşemê 20ê Hezîranê ji medyayê re ragihand: “Encamdana danûstandinên nerasterast karekî asan nîne, lê tevahiya belgeyên rêkeftinê hema hema amade ne.”

Ebas Eraqçî ragihand, piraniya nakokiyan di navbera aliyan de hatine çareser kirin û diyar kir, bo dema çend rojan danûstandin tên rawestandin û şandên aliyên dê vegerin welatên xwe bo biryardana dawî.

Eraqçî got: “Niha em di pêgehekê de ne ku belgenameyên rêkeftinê amade ne. Vê care ne ji bo şêwirê belku ji bo biryardanê em dê vegerin Tehranê.”

Ew gera danûstandinan derbarê vejandina rêkeftina atomî ya Îranê de ji destpêka bihara îsal ve û piştî destbikarbûna Joe Biden wek serokê nû yê Amerîkayê hatiye destpêkirin.

Amerîka di sala 2018an de bi biryara Donald Turmp serokê berê yê wî welatî ji rêkeftina atomî ya bi Îranê ve vekişiya û piştre gereke nû ya sizayan bi ser Îranê de sepand.

Rêberê Bilind ê Komara Îslamiya Îranê, Elî Xaminêyî, danûstandina li gel Amerîkayê qedexe kiriye, lewma danûstandinên niha yên jibo vejandina rêkeftina atomî bi awayê nerasterast û bi welatên ewropî, Rûsya û Yekîtiya Ewropayê re birêve diçin.

Berpirsekî Amerîkî roja Şemî 19ê Hezîranê ji ajansa Axios a Amerîkî re gotibû, hikûmeta Joe Biden hewl dide berî dema guhertina desthilatê li Îranê û destbikarbûna hikûmeta nû, rêkeftinê li gel Îranê bike.

Lê berpirsên Îsraîlî pêşbînî kirine, heta dema destbikarbûna hikûemta nû li Îranê, rêkeftineke nû bi wî welatî re nayê kirin.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê amaje bi wê yekê kiriye, ku “niha ew ji her demi bêtir nêzîkî rêkeftinê bûne”, lê tekez kiriye, gera bê ya danûstandinan dê “dijwar û pir zehmet” be.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst