Li Rojhilatê Kurdistanê berbijêrên muhafazakar serketin

22-02-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cudakirina dengên hilbijartinên Îranê berdewam e, û li hind parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê encamên destpêkê yên nefermî hatine eşkere kirin. 

Wezareta Navxwe ya Îranê şeva borî ragihand, cudakirina dengan li 208 rêveberiyên hilbijartinan destpê kiriye. Ev jî piştî ku dema dengdanê li 31 parêzgehên Îranê ji bo dema 4 saetan hate dirêjkirin, li Tehranê dengdan heya 12 şevê berdewam bû.

 Derbarê rêjeya beşdarbûna xelkê di hilbijartinan de, Wezîrê Navxwe yê Îranê ragihand ku ew dê îro Şemiyê rêjeyê ragihînin.

Serokê Nivîsingeha Serokomarê Îranê ragihand ku rêjeya beşdarbûna xelkê di van hilbijartinan de ji yên xula borî zêdetir bû û gihîşte ji sedî 61.83.

Li gorîBberdevkê Komîteya Hilbijartinên Îranê Ismaîl Mûsewî, dê piştî temamkirina hejmartin û cudakirinê, dest bi eşkerekirina encamên bingehên biçûk ê hilbijartinan bikin û biryar e encamên dawî, roja Yekşemê 23yê Sibatê bêne ragihandin.

Encama nefermî ya parêzgeha Urmiyê 7 berbijêrên mihafazakar serkeftine, lê cûdakirina dengan berdewam e, li parêzgeha Sine 2 reformxwaz û kesekî mihafazakar serkevtî ye, li Kirmaşanê ji 5 nûneran 3 mihafazakar serkeftine, li Loristanê jî mihafazakar serkeftine.

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di van hilbijartinan de 7 hezar û 157 kes hevrikiyê li ser 290 kursiyên parlamentoya wî welatî dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst