Hewlêr (Rûdaw) - Amerîkayê yek ji êrişên herî dijwar li sê tesîsên atomî yên Îranê pêk anî lê pirs ew e ku Amerîkayê çawa sîstema parastinê ya Îranê şaş kir?
Di demekê ku hûrgiliyên zerarê ne diyar in, di medyayê de plan û taktîkên ku di êrişê de hatine bikaranîn bi berfirehî tên axavtin.
Bikaranîna 125 balafirên şer, di nav de 7 balafirên B-2 yên ku li ser qada esmanî ya Îranê firiyan û li armancan dan, lê bi ti awayî ji alîyê sîstema esmanî ya Îranê ve rûbirûyê ti astengiyê nebûn.
Serokerkanê Amerîkayê Dan Caine diyar kir ku ji bo şaşkirina sîstema parastinê ya Îranê taktîk bi kar anîne.
Caine ragihand ku di geşteke 18 demjimêrî de balafirên B-2 ji Amerîkayê firiyan, dema ku balafirên serekî berê xwe da Îranê, çend balafir ber bi Deryaya Hêmin çûn û medyayê behsa ya duyem kir.
Taktîk jî ji vê yekê berfirehtir bûn, bi dehan balafirên şer ên pêşwext li qada esmanî ya Îranê geriyan da ku rê li ber balafirên mezin vekin heta karê xwe bikin.
Di heman demê de zêdeyî 10 mûşekên Tomahawk ji keştiyên binderyayî, tesîsa atomî ya Îsfehanê kir armanc, vê yekê jî sîstema parastina esmanî ya Îranê zêdetir mijûl kir.
"Amerîkayê çend taktîkên xapînok bi kar anîn"
Serokerkanê Amerîkayê Dan Caine li ser hûrgiliyên operasyonê wiha axivî:
"Dema pakêta operasyona êrişê ya çakûçê nîvê şevê gihişt qada esmanî ya Îranê, Amerîkayê çend taktîkên xapînok bi kar anîn.
Di nav de xapandina ku balafirên nifşên çaremîn û pêncemîn beriya êrişê bi bilindî û lezê hatin firandin, dikarîbûn balafir û gefên mûşekî yên ji erdê ber bi esman ên dijmin mijûl bikin."
Bombebaran bi rêya balafira B-2 demjimêr 02:10an dest pê kir û heta 03:35 berdewam kir.
Balafiran 14 bombeyên qulkirinê bi ser tesîsên atomî de berdan.
"13 hezar û 600 kîlogrom bombe li ser tesîsan hatin barandin"
Dan Caine derbarê bombebaran tesîsan jî wiha got:
"Demjimêr 06:40an de li gorî dema standard a Rojhilat û demjimêr 02:10an li gorî dema Îranê balafirên B-2 pêş de, du bombeyên mezin ên GBU-57 avêtin ser armanca yekem Fordoyê.
Her wekî ku Serok doh bi şev da xuyakirin, balafirên din bi giştî 13 hezar û 600 kîlogrom bombe li ser du tesîsên din ên atomî barandin."
Bombeyên qulkirinê ku di vê êrişê de hatin bikaranîn, dikare betonê qulbike bike û di kûrahiya 61 metreyî de biteqe.
Dîmenên ku 22yê Hezîranê ji esman ve hatinegirtin, rûyê serî yê binkeyên atomî bi şeş çalên mezin nîşan didin ku medyaya rojavayî dibêje, ev cihê bombeyên qulkirinê ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse