Supaya Pasdaran: 7 fermandar hatin kuştin

24-06-2025
RÛDAW
Nîşan Îran Îsraîl Supaya Pasdaran Kuştin Fermandar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku doh li parêzgeha Elburzê di êrişa Îsraîlê de 7 femandarên wan hatine kuştin.

Navenda Têkiliyên Giştî yên Supaya Îmam Hesen Mucteba ku şaxa Supaya Pasdaran a parêzgeha Elburzê ye, derbarê êrişa Îsraîlê ya li baregeha xwe daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, di encama êrişa Îsraîlê de 7 fermandar û berpirsên wê hêzê hatine kuştin.

Piştî 12 rojan ji şerê di navbera Îran û Îsraîlê de, Serokê Amerîkayê Donald Trump, di navbera aliyên şerker de agirbest ragihand.

Îsraîlê ragihand ku ew dê pabendî agirbestê bibe lê eger Îran agirbestê bin pê bike, dê bi tundî bersivê bide.

Îro Wezareta Tenduristiyê ya Îranê hejmara kuştî û birîndarên şer ragihand û got, ji destpêka êrişên Îsraîlê yên li ser welatê wan ku di 13ê Hezîranê de dest pê kiribûn, 606 kes hatine kuştin û 5 hezar 532 kes jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst