Serokkomarê Îranê li ser agirbestê axivî

24-06-2025
RÛDAW
Nîşan Îran Îsraîl Malezya Agirbest
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ragihand ku heger Îsraîl rêzê lê bigire Îran rêzê li agirbestê digire.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan bi Serokwezîrê Malezyayê Enver Îbrahîm re civiya.

Malpera Serokayetiya Îranê li ser civînê daxuyaniyek bela kir.

Malpera Serokkomariyê ya Îranê da zanîn ku Pizîşkiyan gotiye:

“Heger rejîma Siyonîst agirbestê bin pê neke, Îran jî bin pê nake.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump bi dema Hewlêrê saet 01:00ê di parvekirineke xwe ya li ser Truth Socialê de rêkeftinek li ser “agirbesteke berfireh û bêkêmasî” di navbera Îran û Îsraîlê de ragihand.

Serokê Amerîkayê Donald Trump da zanîn:

“Lihevkirinek çêbûye û agirbest dê di nav 6 saetan de dest pê bike û 12 saetan bidome ku dê şer bi dawî bike.”

Li gorî biryara Donald Trump, qonaxa yekem a agirbesta di navbera Îsraîl û Îranê de dest pê kiriye.

6 saeta yekem: Îran û Îsraîl erkê xwe yê dawî temam dikin

Piştî 12 saetan: Şer bi fermî radiweste

12 saet derbas bûn: Îran şer radigire

Piştî 12 saetan: Îsraîl şer radigire

Di nava 24 saetan de: Cîhan bi germî bidawîbûna şerê 12 rojî pêşwazî dike

Şer 13ê Hezîranê bi êrişa Îsraîlê ya li Îranê dest pê kir û heta danê sibehê berdewam kir.

Di êrişên Îsraîlê yên li Îranê de 606 kes hatin kuştin û 5 hezar û 332 kes jî birîndar bûn.

Amarên fermî nîşan didin ku di êrişên mûşekî yên Îranê de 28 Îsraîlî hatine kuştin û hezar û 300 kes jî birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst