Îran: Plana me ya dan û standinan a bi Amerîkayê re nîne

28-07-2025
RÛDAW
Nîşan Îsmaîl Beqayî Îran Amerîka Dan û Standin Bernameya Nukleerê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî ragihand ku ti plana wan a ji bo destpêkirina dan û standinên bi Amerîkayê re nîne.

Beqayî diyar kir ku dosyeya mûşeka û şiyanên wan ên parastinê bi ti awayî nabin beşek ji dan û standinan.

Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî konferansa rojnamegeriyê ya heftane li dar xist.

Beqayî derbarê îhtimala destpêkirina gotûbêjên bi Amerîkayê re ragihand ku Komara Îslamî ya Îranê li gorî berjewendiyên xwe yên niştimanî biryarê li ser destpêkirin an nedestpêkirina dan û standinên bi Amerîkayê re dide.

Beqayî her wiha got, “Niha di vî warî de ti plana me nîne.

Dema ku li gorî berjewendiyên me yên niştimanî pêwîst bike, em dê biryara pêwîst bidin û ragihînin.”

Beqayî amaje bi dan û standinên şandeya welatê xwe yên bi nûnerên Almanya, Fransa û Brîtanyayê re kir û red kir ku dosyeya mûşekî û mijarên parastinê bibin beşek ji dan û standinan.

Îsmaîl Beqayî ragihand, "Îran tenê derbarê dosyeya atomê û rakirina dorpêçan de dan û standinan dike û dan û standinên me bi ti awayî şiyanên me yên parastinê li xwe nagirin."

Derbarê mijara dewlemendkirina uranyumê de jî, Beqayî got ku eger Îran ji mafên xwe yên atomî bêpar bimîne, Tehran dê vekişîna ji Peymana Rêlibergirtina Belavbûna Çekên Komkuj (NPT) gotûbêj bike.

"Helwesta me diyar e"

Îsmaîl Beqayî wiha pê de çû, “Helwesta me ya li ser dewlemendkirina uranyumê ji aliyê Wezîrê Karên Derve ve bi awayekî zelal hat diyarkirin.

Bi ya me mesele gelekî hêsan e. Eger biryar ew be ku Komara Îslamî ya Îranê wekî endama Peymana Rêlibergirtina Belavbûna Çekên Komkuj (NPT) bimîne, divê ji wan maf û destkeftiyên ku ji ber vê endamtiyê bi dest dikevin sûdê wergire.

Nabe ku çaverêyeke wiha hebe ku welatek wekî endamê Peymana Rêlibergirtina Belavbûna Çekên Komkuj bimîne û di heman demê de ji wan mafên ku di peymanê de hatine diyarkirin, bi taybetî di warê bikaranîna aştiyane ya enerjiya atomê de, bêpar bimîne.

Ji ber vê jî, çarenivîsa bernameya atomê ya Îranê, bi dewlemendkirina uranyumê ve jî, bi temamî zelal e.”

Beqayî amaje bi êrişên Îsraîl û Amerîkayê yên li ser dezgehên atomê yên Îranê jî kir û ragihand ku Rêxistina Enerjiya Atomê ya wî welatî mijûlî nirxandina ziyanê ye û paşê dê asta ziyanê ji aliyê rêxistinê ve bê ragihandin.

Li gorî Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê, piştî biryara Parlamentoya wî welatî ew dê şêwazê pêwendiyên xwe yên bi Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê re biguherînin lê wî behsa hûrgiliyan nekir.

Îsmaîl Beqayî her wiha anî zimên ku biryar e di nava du hefteyên bê de şandeke Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê serdana Îranê bike û derbarê şêwazê pêwendiyan û hevkariyên di navbera xwe de gotûbêjan bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst