Eraqçî roja dan û standinên bi Amerîkayê re eşkere kir

çirke berê
RÛDAW
Nîşan Ebas Eraqçî Îran Amerîka Dan û Standin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand ku şandeyên Tehran û Washingtonê dê li Umanê bicivin û dan û standinên nukleerî bikin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî derbarê dan û standinên bi Amerîkayê re li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.

Eraqçî got, "Biryar e roja înê saet 10:00ê sibehê (09:00 bi dema Hewlêrê) li Mesqetê (paytexta Umanê) bi Amerîkayê re dan û standinên nukleerî bên kirin."

Eraqçî her wiha spasiya Umanê kir û got, "Em spasiya dostên xwe yên li Umanê dikin ku hemû amadekariyên pêwîst kirine."

Nakokiya li ser cihê civînê

Ev daxuyanî tenê çend saetan piştî wê yekê hat ku çend berpirsên Amerîkî ragihandibûn ku dan û standin gihiştine asta xetimandinê.

Li gorî zanyariyên du berpirsên Amerîkî ku ji malpera Axiosê re axivîbûn, "Her du welatan berê li hev kiribûn ku roja Înê li Stenbola Tirkiyeyê bicivin."

Li gorî wê lihevkirinê, diviyabû çend welatên din ên Rojhilata Navîn wekî çavdêr beşdar bibûna.

Lê roja sêşemê, Îranê daxwazeke nû pêşkêş kir û xwest cihê civînê bibe Uman.

Berpirsekî payebilind ê Amerîkayê ji Axiosê re gotibû, "Me ji Îraniyan re got yan em dê li ser şêwaza berê (Stenbol û çavdêr) bicivin yan jî em ti gotûbêjan nakin. Wan jî di bersivê de got: Wisa be, nabe."

Dan û standin dê nerasterast bin

Her wiha îro Ajansa Tesnîmê ku nêzîkî Artêşa Pasdaran a Îranê ye, belav kir ku biryar e roja Înê dan û standinên di navbera Tehran û Washingtonê de li Mesqeta paytexta Umanê bên kirin.

Li gorî ajansa Îranî, dan û standin dê "nerasterast" bin û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Rojhilata Navîn Steve Witkoff dê serperiştiya şandeyan bikin.

Derbarê naveroka civînan de jî, ajansê amaje bi wê yekê kir ku, "Mijara dan û standinan dê tenê pirsa nukleerî û rakirina cezayên li ser Îranê be."

Ji aliyê din ve, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio derbarê civînê de ragihand, "Eger Îranî civînê bixwazin, em amade ne."

Wî her wiha got, pêwîst e di wê civînê de gotûbêj li ser pirsa nukleerî, bernameya mûşekî û komên nêzîkî wî welatî yên li Rojhilata Navîn bên kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst