Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel got, “Eger İmamoğlu piştî vê pêvajoyê jî girtî bimîne, piştî hilbijartinê dê sîstema parlamenteriyê vegere, Yavaş dê bibe Serokkomar û Îmamoglu jî dê bibe Serokwezîr.”
Serokê CHPyê Ozgur Ozel di bernameyeke You Tube de behsa egera girtîmayîna ûaredarê berê yê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu û bijarde û formulên CHPyê kir.
Ozel diyar kir ku eger rewşa girtîmayîna Îmamoglu berdewam bike dê namzedê xwe yê serokkomariyê biguherin.
“Yavaş dê bibe serokkomar û Îmamoglu jî dê bibe serokwezîr”
Serokê CHPyê wiha got:
“Eger Îmamoglu piştî vê pêvajoyê jî girtî bimîne, em dê wekî CHP ranawestin. Ez dê derkevim ser otobusê, di heman demê de Mansur Yavaş dê li bajarekî din be.
Serokwekîlên koma me, parlamenterên me dê li bajarên din bin. Em dê di vê pêvajoyê de berdewam bikin.
Bila Îmamoglu li Silîvriyê bigirin û qedexe bikin, em dê ji sedî 70yê dengan qezenc bikin û em dê li parlamentoyê piraniya guherîna destûrê bi dest bixin.
Di nava 15 rojan de dê destûr bê guherîn û Îmamoglu derkeve û dest bi erka xwe bike.
Formula ku ji bo Tayyîp Erdogan hat dîtin, dê were dîtin. An jî bi coşeke mezin û bilez amadekariyên sîstema parlamenterî ya xurtkirî dê bêne kirin.
Dê serokkomarek bê hilbijartin, Yavaş dê bibe serokkomar, Îmamoglu bibe Serokwezîr.
Ew dê wekî serokkomarê ku sûdê digihîne wê pêvajoyê, bibe figure (leheng) di dilê millet de.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse