Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Hevpeymaniya Serwerî derbarê destpêşxeriya Muqteda Sedir a ji bo aliyên di Çarçoveya Hevahengiyê de ragihandin, ew pabendê rêkeftinên ligel Tevgera Sedir in û wiha difikirin ku ti hikûmeteke bihêz bê aliyê Sedir nikare pêk bê.
PDK û Hevpeymaniya Serwerî di daxuyaniyeke hevbeş de tekezî li ser “diyaloga niştimanî ya avaker di navbera hêzên siyasî de û dûr ji destwerdana derve” dikin.
Herdu aliyan herwiha diyar kirine, “Em rijd in li ser ji hev têgihîştina birayên xwe yên Şîe.”
Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir di destpêşxeriyeke nû de û piştî ku hewlên ji bo hilbijartina serokkomar û pêkanîna hikûmeta nû rastî şikestinê hatin, ji bo pêkanîna hikûmetê bang li Çarçoveya Hevahengiyê kir û 40 roj moletê da wê.
Muqteda Sedir di peyama xwe de dibêje, “Em derfertê didin sê li ser yekê Parlamentoyê ku hikûmetê pêk bînin. Daxwazê ji sê li ser yekê parlamentoyê dikim li parlamentoyê dest bi gotûbêjên pêkanîna hikûmetê bikin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse