Amerîka li Îraqê mîsyona xwe ya leşkerî kêm dike

01-10-2025
RÛDAW
Nîşan Amerîka Îraq Mîsyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku ew û hevkarên xwe yên di nav Koalîsyona Navneteweyî de dê li hêzên xwe yên leşkerî kêm bikin.

Pentagonê ev pêngav wekî nîşana serkeftina hevbeş a li dijî DAIŞê û destpêka qonaxeke nû ya hevkariya ewlehiyê bi nav kir.

Berdevkê Pentagonê di daxuyaniyekê de got, "Ev pêngav nîşana serkeftina me ya hevbeş a li dijî DAIŞê ye û destpêka qonaxeke nû ya hevkariya ewlehiyê ya demdirêj e."

Li gorî daxuyaniyê, biryar li ser bingeha rênimayên Serokê Amerîkayê Donald Trump, lihevkirinên di Komîsyona Bilind a Leşkerî ya Amerîka-Îraqê de û daxuyaniya hevbeş a 27ê Îlona 2024an hatiye dayîn.

Pentagonê teqez kir ku ev hevkariya nû dê piştgiriyê bide ewlehiya her du welatan û her wiha dê şiyana Îraqê ya di anîna hilberînerên biyanî de bi hêz bike.

Pentagonê di heman demê de ragihand ku Amerîka dê ji bo misogerkirina "veguherîneke berpirsane" hevahengiya xwe ya bi hikûmeta Îraqê û endamên din ên Koalîsyonê re bidomîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst