Hewlêr (Rûdaw) - Tora Medyayî ya Rûdawê, bi rêya berpirsekî payebilind ê ewlehiya Îraqê, hejmara wan çekdarên berê yên DAIŞê bi dest xist ku ji Sûriyeyê veguhastine Îraqê.
Ew çekdar niha li Girtîgeha Kerxê ya li Bexdayê girtî ne.
Çekdarên navborî welatiyên gelek welatên cîhanê ne.
Piraniya çekdaran Sûriyeyî ne ku hejmara wan 3 hezar û 544 çekdar e.
Li pey wê Îraq bi 460 û Tûnis jî bi 234 çekdaran tên.
Dabeşbûna hejmara çekdaran li gorî welat û herêmên cîhanê:
Sûriye: 3,544
Îraq: 460
Tûnis: 234
Mexrib: 187
Tirkiye: 181
Tirkmenistan: 165
Rûsya: 130
Misir: 116
Siûdî: 68
Tacîkistan: 63
Azerbeycan: 55
Endonezya: 46
Qirxizistan: 42
Ozbekistan: 36
Almanya: 27
Efxanistan: 25
Cezayîr: 25
Lîbya: 24
Bosna: 23
Îran: 23
Urdin: 19
Pakistan: 17
Awistralya: 13
Libnan: 13
Ukrayna: 13
Brîtanya: 10
Yemen: 9
Holenda: 9
Albanya: 8
Swêd: 8
Belçîka: 8
Sûdan: 8
Amerîkaya Başûr: 7
Çeçenistan: 7
Behreyn: 6
Gurcistan: 6
Trînîdad û Tobago: 5
Çîn: 5
Filistîn: 5
Kanada: 5
Malezya: 5
Fransa: 4
Qazaxistan: 4
Bangladeş: 3
Maldîv: 3
Daxistan: 3
Swîsre: 3
Kosova: 3
Polonya: 2
Danîmarka: 2
Sirbistan: 2
Somalî: 2
Amerîka: 2
Awisturya: 2
Perava Acê: 1
Hindistan: 1
Îsraîl: 1
Îrlanda: 1
Afrîkaya Başûr: 1
Zelendaya Nû: 1
Spanya: 1
Giravên Seyşelê: 1
Guantanamo: 1
Çarçoveya yasayî ya darizandina wan
Derbarê çawaniya miameleya li gel van tohmetbaran, Lema Fazila ku Berpirsa Yekîneya Lêkolîn û Vekolînan a Navenda Niştimanî ya Hevkariya Dadwerî ya Navneteweyî ye, ji Rûdawê re axivî û got:
"Tohmetbarên biyanî dê li gorî Yasaya Ceza ya Îraqê ya bi hejmara 111 a sala 1969an a sererastkirî werin darizandin."
Wê berpirsê amaje pê kir ku li gorî madeya 6an a vê yasayê, desthilata dadgehên Îraqê heye ku wan biyaniyan darizîne ku li derveyî Îraqê jî tawan kirine.
Şert ew e ku tawana wan zerer gihandibe ewlehiya niştimanî ya Îraqê, wekî tawanên terorîstî.
Lema Fazilê da zanîn ku ev çekdar dê li gorî Yasaya Dijeterorê ya bi hejmara 13 a sala 2005an werin darizandin.
Li gorî vê yasayê, cudahî di navbera kesê ku şer kiriye û kesê ku tenê alîkariya komê kiriye de nîne.
Hemû jî dê rûbirûyî cezayê îdamê yan jî zindana hetahetayê bibin.
Garantiya mafên qurbaniyan
Lema Fazilê derbarê mafên qurbaniyan, bi taybetî jî Kurdên Êzidî, got:
"Yasaya Rizgarbûyên Êzidî ya bi hejmara 8 a sala 2021ê mafê qerebûkirina (tezmînat) madî û manewî ji bo qurbaniyan misoger dike. Ew dikarin wekî şahid an gilîkar li dadgehê amade bibin."
Radestkirina wan
Wê berpirsa dadwerî ya Îraqê da zanîn, ti astengiya yasayî nîne ku çekdarên biyanî radestî welatên wan bên kirin.
Şert ew e ku welatên wan daxwaz bikin û çekdaran li dijî welatiyên Îraqê tawan nekiribin.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) 21ê Kanûna Paşîn a îsal dest bi veguhestina wan girtiyan kiribû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse