Fuad Husên: Em piştgiriyê didin dan û standinên PKK û Tirkiyeyê

02-11-2025
RÛDAW
Nîşan Fuad Husên Hakan Fîdan Tirkiye Îraq PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên got ku ew dê bi Tirkiyeyê re li ser dosyeya avê belgeyeke dîrokî îmze bikin.

Husên her wiha amaje bi mijara PKKyê jî da û diyar kir ku fesixkirina rêxistinê girîng e û ew hêvî dikin ku bigihêjin çareseriyên şênber.

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên li Bexdayê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re civiya.

Her du wezîran piştî civînê konferanseke rojnamegeriyê ya hevpar li dar xist.

Fuad Husên diyar kir ku wî li gel hevkarê xwe û şandeya pê re "pêwendiyên dualî yên navbera her du welatan û çawaniya bihêzkirina wan" gotûbêj kirine.

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên got:

"Pêwendiyên me yên dualî bihêz in û bingeha wan dîrok, cografya, berjewendiyên hevpar, pêwendiyên bazirganî û aborî û warên din in."

Husên tekez kir ku Fîdan û şandeya pê re îro ji bo "gotûbêja mijareke girîng a ku her du welatan, welatiyên Îraqî û Tirk eleqedar dike" li Bexdayê ne.

Husên anî ziman ku mijara yekem pirsgirêka avê ye û anî ziman:

"Demek berê li Enqereyê civînên me yên berfireh çêbûn û lihevkirinên ku di wan civînan de hatin kirin, niha bûne belgeyek."

Husên her wiha da zanîn ku ev belge derbarê birêvebirina dosyeya avê ya di navbera her du dewletan de ye û dê were îmzekirin û ev yek dê di dîroka pêwendiyên her du welatan de bibe ya yekem.

Fuad Husên biryara PKKyê ya ji bo fesixkirin û bidawîanîna têkoşîna çekdarî wekî girîng bi nav kir û got:

"Îraq piştgiriyê dide dan û standinên di navbera Tirkiye û PKKyê de û em hêvî dikin ku bigihêjin çareseriyeke ku hemû aliyan razî bike."

Husên her wiha anî ziman:

"Em hêvî dikin ku her du alî (Tirkiye û PKK) bigihêjin çareseriyên şênber da ku li Mexmûr û Şingalê, li wan deverên ku rêxistin lê ye, ewlehî pêk were."

Fuad Husên diyar kir ku ev mijar di hevdîtinên îro yên bi şandeya Tirkiyeyê re de hatine gotûbêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst