Hewlêr (Rûdaw) - Li Bexdayê, li pişt deriyên girtî û di nav koşkên siyasî de, pirsa çareserker ne ew e kîjan partiyê dengên herî zêde di sindoqan de bi dest xistine, pirs ew e: "Kî dê bibe serokwezîr?"
Li gorî agahiyên Rûdawê û şopandina meydanî, diyarkirina serokwezîrê pêşiya me yê Îraqê girêdayî rêkeftineke aloz a di navbera cemserên Şîeyan û pişt re razîkirina Kurd û Suniyan e.
Bêhêvîtiya kolanê û lêgerîna li alternatîvan
Li Kolana Mutenebiyê ya ku wekî dilê rewşenbîriya Bexdayê tê naskirin, welatî û çavdêr bi çavekî cuda li rewşê dinêrin.
Beşek ji rewşenbîran bawer dikin ku sîstema siyasî ya niha bi awayekî hatiye sêwirandin ku rê nade derketina alternatîveke rasteqîn û pir caran ew kesê postê werdigire, eger xwedî hêz û qewareya girseyî nebe, dibe xeleka herî lawaz a hukimraniyê.
Xwesteka kolanê kesayetiyeke bihêz, sivîl û pak e lê pêkhateya siyasî ya niha ya Îraqê rastiyeke din ferz kiriye.
Malikî hewl dide vegere lûtkeyê
Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê Nûrî Malikî wekî lîstikvanekî sereke li qadê derdikeve pêş.
Kesayeta nêzîkî Malikî, Ebas Mûsewî ji Rûdawê re eşkere kir ku eger Çarçoveya Hevahengiyê li ser wî li hev bike Malikî amade ye erkê serokwezîriyê wergire û got:
"Em li benda derketina dûmana spî ya di civînên Çarçoveya Hevahengiyê de ne."
Li gorî agahiyan, niha pêşbaziya sereke di navbera xeta yekem a serkirdeyên Şîe de ye ku yên herî diyar Nûrî Malikî û Mihemed Şiya Sûdanî ne.
Astengiyên li pêşiya Sûdanî
Derbarê şansên mana Mihemed Şiya Sûdanî, agahî amaje bi wê yekê dikin ku rêya wî ne hêsan e.
Di nav Şîeyan de têbînî li ser performansa darayî ya hikûmeta wî hene, bi taybetî mijara deynên ku ketine ser hev yên navxweyî ku ji sedan trîlyon dînaran derbas bûne.
Mûsewî amaje bi wê yekê dike ku "tecrubeya Sûdanî ji bo piraniya hêzên siyasî ne cihê baweriyê bû" û vê yekê kiriye ku pêşbaziya vegera kesayetiyên kev bihêztir bibe.
Pîrmam, rawestgeha çareserker
Serdana vê dawiyê ya Nûrî Malikî ya cem Serok Mesûd Barzanî ya li Pîrmamê wekî xaleke werçerxanê di liv û tevgerên siyasî de tê dîtin.
Ebas Mûsewiyê ku di wê serdanê de bi Malikî re bû, hevdîtin bi rengê “dîrokî” û “gelekî erênî” wesif kir û biland:
"Malikî piştî civînê gelekî rihet bû, ti cudahiya bingehîn di nêrînan de tunebû."
Agahiyên Rûdawê eşkere dikin ku ji bilî Malikî, serkirdeyên din ên Şîe yên wekî Hemîd Şetrî û Falih Feyaz bi awayên cuda û dûrî çavên kamerayan çûne cem Serok Barzanî.
Ev yek piştrastkirina wê rastiyê ye ku kilîla pêkanîna hikûmetê bêyî razîbûna Hewlêrê nagere.
Hoşyar Zêbarî: Em kaxiza spî îmze nakin
Li hemberî vê yekê, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) diyar dike ku beşdariya wan di hikûmeta bê de dê bi merc û bername be.
Endamê Polîtburoya PDKyê Hoşyar Zêbarî ji Rûdawê re ragihand:
"Em ji bo ti kesî ser kaxiza spî û bê merc îmze nakin, beşdariya me dê bi heq û hesab û li ser bingeha destûrê be."
Zêbarî her wiha ragihand, eger Kurd yekgirtî bin, dikarin rola çareserker di diyarkirina şêwazê hukimraniyê de li Bexdayê bibînin.
Mercên Amerîkayê û mijara Serokkomar
Zêbarî derbarê faktorên navneteweyî, amaje bi wê yekê kir ku Amerîkayê peyameke zelal heye ku divê hikûmeta pêşiya me xwedî serwerî be û wezaretên hestyar ên wekî Darayî û Petrolê nekevin destê wan aliyên ku ji aliyê Washingtonê ve siza li ser wan hene.
PDK li ser asta postan jî israrê li ser wergirtina posta Serokkomariyê dike û wekî para Kurdan dibîne.
Zêbarî derbarê vê got, "Serokkomar parêzvanê destûrê ye û eger kesê (wê postê werdigire) bixwaze, desthilata wî ya zêde heye."
Her wiha amaje bi wê yekê kir ku PDKyê hemû nermî nîşan daye da ku bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re bi hevparî herin Bexdayê.
Encam
Senaryo wisa nîşan didin ku pêkanîna pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê hêsan nabe û dem jê re divê.
Di navbera nakokiya xeta yekem a Şîeyan, mercên Kurdan ên ji bo hevparîya rasteqîn û xetên sor ên civaka navneteweyî de, çarenivîsa kursiyê serokwezîriyê di navbera Necef, Bexda û Hewlêrê de safî dibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse