Emmar Hekîm operasyonên Tirkiyê yên di nav axa Iraqê de şermezar kir

03-05-2022
RÛDAW
Nîşan Iraq Bizava Hikme Emmar Hekîm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Bizava Hikme ya Iraqê, Emmar Hekîm îro careke din operasyonên Tirkiyê yên di nav axa Iraqê de şermezar kir, lê got ew naxwazin rewşê li gel Tirkiyê aloz bikin.

Emmar Hekîm îro di gotara nimêja cejnê de behsa operasyonên wê dawiyê yên Tirkiyê yên li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê kir û ew operasyon weke “binpêkirina berdewam a serweriya Iraqê” bi nav kir.

Hekîm got, “Em wan binpêkariyên berdewam şermezar dikin ku Tirkiye dike ser serweriya Iraqê, herwiha em li dijî bikaranîna axa Iraqê ne bo êrîşkirina ser welatên cîran û gefkirin li ewlehiya wan a netewî.”

Emmar Hekîm herwiha diyar kir, “Em naxwazin rewşê ligel Tirkiyeya cîran aloz bikin, di heman demê de em naxwazin bi vî awayê niha erweriya Iraqê were binpêkirin ku kerameta Iraqê birîndar dike û xelkê Iraqê ditirsîne.”

Wî serkirdeyê Şîe yê Iraqî heriha bang li hikûmeta Iraqê kir û got, “Em daxwaz ji hikûemtê dikin wan rêkaran bo hêzên siyasî û xelkê Iraqê aşkere bike ku ji bo çareserkirina vê dosyeyê pêk anîne.”

Serokê Bizava Hikme ya Iraqê herwiha amaje bi rewşa siyasî ya li Iraqê û zêdebûna pirsgirêkan di navbera aliyên siyasî de kir û got, heft meh in hilbijartinên parlamentoyê hatine kirin lê belê hêj kabîneya hikûmetê nehatiye pêkanîn.

Bi gotina Hekîm, rewşa siyasî ya welat bi taybet di rewşeke hesas a wek niha de pêwîstî bi guhertin û pêdeçûnê heye û divê çareseriyeke li gor realîteyê jê re bê dîtin û alî li hev bikin.

Tirkiyê ji 17ê Nîsana îsal ve operasyoneke nû bi navê Operasyona Pence-Kilîd li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê dest pê kiriye ku heta niha berdewam e.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst