Hejmarek çekdarên Heşda Şeibî li ber reklameke hilbijartinê ya Hevpeymaniya Fetih, li cadeyeke Bexdayê.
Hewlêr (Rûdaw) - Berbijêrekî Hevpeymniya Fetih radighîne, nîvê çekdarên Heşda Şeibî nikarin di hilbijartinên 10ê Cotmeha îsal de deng bidin û tekez dike, ew armancgirtina Heşda Şeibî dûr nabînin.
Berbijêrê Hevpeymniya Fetih, Hesen Şakir ji Rûdawê re ragihand, “Beşeke zêde ji çekdarên Heşda Şeibî nikarin deng bidin, çimku li eniyên şer in. Hinek din jî li navçeyên dûr in û ji dengdanê bêpar dibin. Di demekê de ku Destûra Iraqê mafê dengdanê yên iraqiyan garantî kiriye, lê belê hikûmetê dengdan ji wan standiye, ew jî li ti welatekî cîhanê çê nebûye.”
Hesen Şakir ku niha parlamenter e, diyar kir, “Em di sala 2021 de ne, nave hemû çekdarên Heşda Şeibî hatine tomarkirin, pileyên wan hene û mehane di rêya masterkardê re mûçe werdigirin, ew rasterast di îdareya Desteya Heşda Şeibî de fermi ne û hejmara wan jî tê zanîn. Komîsyon û hikûmetê dikarîn daxwaz bikin û di nava çend demjimêran de navên wan (Heşda Şeibî) dê ji bo wan hatibana şandin.”
Şakir amaje bi wê yekê jî kir, ku ew armancgirtina Heşda Şeibî dûr nabînin, bi taybetî piştî biryara Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan.
Li gor biryara Komîsyona Hilbijartinan û hikûmeta Iraqê, çekdarên Heşda Şeibî di roja dengdana taybet de nikarin li gel hêzên ewlekariyê deng bidin, lê di roja dengdana giştî de dikarin.
Nibras Ebûsode, Alîkarê Berdevkê Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbiajrtinan ji Rûdawê re ragihand, “Pêştir me daxwaza navên çekdarên Heşda Şeibî kiriye, lê Desteya Heşda Şeibî di şandina navan de paş ket, lewra ew nikarin di roja dengdana taybet de deng bidin.”
Heşda Şeibî di sala 2014an de bi fetwaya rêberê olî yê Şîeyên Iraqê, Ayetullah Elî Sîstanî hat avakirin, di dawiya sala 2016an de parlamentoya Iraqê bi yasayekê, ew hêza nû kire hêzeke fermî. Li gor daneyên fermî, Heşda Şeibî niha nêzîkî 150 hezar çekdarên wê hene.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse