Bavekî kurê xwe bi zincîrê girê da

06-08-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Bexdayê ya Îraqê bavekî kurê xwe yê 10 salî bi zincîrê girê da. 

Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê di daxuyaniyekê de da zanîn agahî ji wan re hatiye ku bavekî kurê xwe yê 10 salî bi zincîrê girê daye.

Wezaretê ragihand ku piştî gihîştina agahiyê, ji bo rizgarkirina zarok û desteserkirina tawanbar erêkirina dadger hatiye wergirtin.

Bûyera girêdana zarokê 10 salî ya bi zincîrê li navçeya Kerxiyê ya Bexdayê rû daye.

Bav hate desteserkirin

Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê got, “Lijneyeke pispor bi koordîneya Rêveberiya Polîsan, li malê geriya û zarok rizgar kir, bavê ku tundûtûjî li zarokê xwe kiribû jî hate desteserkirin.”

Wezaretê da zanîn ku bav madeyên hişbir bi kar tîne û li mala wî madeyên hişbir, keleşnîkovek, 3 gule û 2 narincok hatine bidestxistin.

Li tawanbar doz hate vekirin û tedbîrên hiqûqî hatin wergirtin.

Li gorî Rêxistina Urê ya Rewşenbîriya Jin û Zarokan, sala borî zêdetirî 15 hezar bûyerên tundûtûjiya nav malê li Îraqê hatine tomarkirin.

Ji sala 2020î ve Encûmena Wezîran a Îraqê projeyasaya têkoşîna li dijî tundûtûjiyê pesend kiriye û ji parlamentoyê re şandiye lê heta niha jî ji aliyê parlamentoyê ve nehatiye pesendkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst