Îraqê 2 hezar û 250 DAIŞî ji Sûriyeyê wergirtin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îraq Sûriye DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îraqê ragihand ku wan 2 hezar û 250 endamên DAIŞê ji Sûriyeyê wergirtine û pêvajoya dadî ya wan dest pê kiriye.

Serokê Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Îraqê Saad Maan ji Ajansa Nûçeyan a Îraqê (INA) re ragihand ku Sûriyeyê bi rêya bejahî û asmanî 2 hezar û 250 endamên DAIŞê radestî wan kirine.

"Li navendên ewlehiyê tên girtin"

Saad Maan diyar kir ku pêvajoya radestkirinê bi hevahengiya Koalîsyona Navneteweyî û bi hewldanên zêde yên hêzên ewlehiyê yên Îraqê pêk hatiye.

Saad Maan da zanîn ku ew kes li navendên fermî yên ku ewlehiya wan bilind e tên girtin.

Serokê Şaneya Ragihandina Ewlehiyê destnîşan kir ku hikûmeta Îraqê û hêzên ewlehiyê ji bo vê hejmarê amade bûn û got, "Ev pêvajo ne tenê ji bo Îraqê, ji bo ewlehiya cîhanî jî girîng e."

Lêpirsîn dest pê kiriye

Saad Maan eşkere kir ku tîmên pispor derbarê DAIŞiyên ku hatine wergirtin dest bi lêpirsînê kiriye û ew li gorî asta metirsiyê têne cudakirin.

Saad Maan got ku îfadeyên wan rasterast di bin çavdêriya dadweriyê de tên wergirtin.

"Dê li dadgehên Îraqê bên darizandin"

Bi gotina Saad Maan prensîba serekî ya Îraqê ew e ku her kesê ku li dijî Îraqiyan sûc kiribe û endamtiya wî ya DAIŞê hatibe tesbîtkirin, li dadgehên Îraqê bê darizandin.

Saad Maan her wiha anî zimên ku Wezareta Karên Derve derbarê girtiyên biyanî bi welatên pêwendîdar re dan û standinan didomîne.

Saad Maan herî dawî da zanîn ku piştî temambûna rêkarên yasayî, pêvajoya radestkirina DAIŞiyên biyanî ji bo welatên wan dê dest pê bike û hêzên ewlehiyê li ser dosyeyê xebatên xwe didomînin.

Meha borî veguhastina nêzîkî 7 hezar endamên DAIŞê ji Sûriyeyê bo Îraqê dest pê kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst