Mesrûr Barzanî doz vekir, Dadgeha Federal biryar rawestand

07-05-2024
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Parlamentoya Kurdistanê Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê li ser dozeke Mesrûr Barzanî, bicihanîna bendeke li ser hejmara kursiyên Parlamentoya Kurdistanê rawestand.

Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê li ser dozeke Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî biryar da.

Dadgeha Federal biryar da ku benda 2yem a madeya 2yem a sîstema tomarkirin û pesendkirina lîsteyên berbijêran were rawestandin.

Li gorî biryara dadgehê, heta doza ku ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve hatiye vekirin bi dawî nebe ev biryar dê neyê bicihanîn.

Li gorî xala 2yem a madeya 2yem a Dadgeha Federal, Parlamentoya Kurdistanê ji 100 kursiyî pêk tê ku wekî 4 herêmên hilbijartinê hatine dabeşkirin.

Li gorî vê dabeşkirinê Hewlêr 34 kursî, Silêmanî 38 kursî, Dihok 25 kursî û Helebce 3 kursî ne.

Herwiha dadhgehê di biryara nû de behsa kursiyên kotayê yên pêkhateyan nekir.

Mesrûr Barzanî di dozê de daxwaza vegerandina van Kursiyan kiribû.

Parlamentoya Kurdistanê ji 111 kursiyan pêk dihat ku 11 kursî ji pêkhateyan re hatibûn veqetandin.

Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê 22yê Sibata 2024an biryar dabû ku 11 kursiyên kotayê yên pêkhateyan bên rakirin û hejmara kursiyên Parlamentoya daxistibû 100 kursiyî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst