Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê Nûrî Malîkkî hişyarî da ku li Îraqê hewla darbeyeke siyasî heye û got, “Şevşevokên tariyê hewl didin li ser pêvajoya siyasî ya li Îraqê darbeyê bikin.”
Nûrî Malik îro di çarçoveya hilbijartinên Parlamentoya Îraqî de li Babîlê bi komeke serokên eşîran re civiya.
Malîkî di civînê de ragihand ku parastina pêvajoya siyasî û berdewamkirina hewlên siyasî yên ji bo avakirina dewletê bingehên rêbaza Dewleta Yasayê pêk tînin.
Serokwezîrê berê yê Îraqê her wiha tekezî li ser pêwîstiya berdewamkirina pêvajoya siyasî kir û wiha got:
“Hevpeymaniya me rê nade ku dîktatorî, faşîzm, taîfetî, gorên komî û şerên bêwate vegerin.
Armanc ew e ku Îraq bi hêz û saxlem be, bandora qeyranan lê nebe û em wê ji şer û rûbirûbûnan biparêzin.”
Malikî di beşeke din a axaftina xwe de amaje bi wê yekê kir ku "Îraq bi fetwaya mercîiyeta dînî bi ser DAIŞa terorîst de ser ket."
“Hilbijartin nayê bipaşxisitin”
Wî xwest ku destûr wekî bingeheke ji bo danûstandina di navbera Îraqiyan de û ji bo veguhastina aştiyane ya desthilatê bi rêya sindoqên dengdanê were pejirandin.
Siyasetmedarê Îraqî di berdewamiyê jî de got, "Serdema tank û pilangêriyan bi dawî bûye. Guhertin dê bi rêya sindoqa pîroz a hilbijartinan be."
Biryar e 11ê Çiriya Paşîn a 2025an hilbijartina Parlamentoya Îraqê birêve biçe.
Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê amaje bi hilbijartinan jî kir û got, “Hilbijartin mafekî neteweyî ye û nayê bipaşxistin, her bipaşxistinek tê wateya bidawîhatina pêvajoya siyasî û demokrasiyê.
Kesê ku berpirsyariyê digire ser milê xwe, divê xizmetguzariyan pêşkêş bike û dawî li hejarî û pêdiviyên welatiyan bîne.”
Malikî di dawiya axaftina xwe de got, “Xema gotegot û propagandayê nexwin, em bêyî ku em guh bidin astengî û zextên derve bi himeta gelê xwe ber bi avakirina parlamento, hikûmet û pêvajoya siyasî ve diçin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse