Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku bi hezaran çekdarên berê yên DAIŞê ji Sûriyeyê veguhastin Îraqê, derket holê ku hin ji wan çekdaran li dijî Kurdên Êzidî tawanên giran kirine.
Li gorî berpirsekî payebilind ê dadweriya Îraqê, lêkolîna li gel çekdarên DAIŞî dê ji sifirê dest pê bike û dibe ku heta şeş mehan bidome.
Alîkarê Serokê Navenda Niştimanî ya Hevkariya Dadwerî ya Navneteweyî ya Îraqê Elî Ziya diyar kir ku di nav wan çekdarên berê yên DAIŞê yên ku ji Sûriyeyê anîne zindanên Îraqê, tawanbarên ku bi kirina tawanan li dijî Kurdên Êzidî tên tohmetbarkirin hene.
Li gorî gotina Elî Ziya lêkolîna li gel hemû wan kesan dê çar heta şeş mehan bidome.
Alîkarê Serokê Navenda Niştimanî ya Hevkariya Dadwerî ya Navneteweyî ya Îraqê ragihand, ew pêşbînî dikin ku hejmara wan çekdarên berê yên DAIŞê yên ku ji Sûriyeyê vediguhêzin Îraqê di navbera 7 û 8 hezar kesî de be.
Elî Ziya got, hinek ji wan tawanbaran metirsîdar in û bi tohmetên wekî bikaranîna çekên kîmyewî, beşdariya di komkujiya Kurdên Êzidî tên tohmetbarkirin.
"Lêkolîn dê ji sifirê dest pê biki"
Dozgerê Îraqî ji medyaya fermî ya Îraqê re got, "Lêkolînên ku dê li gel wan bên kirin dê ji sifirê dest pê bikin."
Ji 28ê Kanûna Paşîn a 2026an ve pêvajoya lêkolîn û darizandina wan DAIŞiyên ku ji ber rûdanên dawî yên Rojavayê Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo zindanên Îraqê hatine veguhestin dest pê kiriye.
Li gorî Alîkarê Serokê Navenda Niştimanî ya Hevkariya Dadwerî ya Navneteweyî ya Îraqê ew DAIŞî xelkê 42 welatên cuda ne û got, "Heta ku lêkolîna li gel wan xelas nebe, nabe behsa radestkirina wan a ji welatên wan re bê kirin ku tê pêşbînîkirin ev lêkolîn 4 heta 6 mehan bidome."
Elî Ziya got, navenda wan bi hevahengiya hêzên ewlehiyê odeyeke operasyonan ava kiriye da ku pişta xwe bispêrin wê navenda agahiyan a ku tawanên DAIŞê yên di navbera salên 2014 û 2017an de tê de hatine kirin.
Ew DAIŞî berê di zindanên di bin desthilata Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ên li Reqa û Hisîça û Şedadê bûn.
Piştî rêkeftina HSD û Şamê û bi navbeynkariya Îraq û Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) çekdarên DAIŞê ji Rojavayê Kurdistanê sewqî Îraqê hatin kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse