Cebar El Zubeyî: Girtiyên DAIŞê yên di destê HSDyê de gefeke mezin in

28-01-2025
RÛDAW
Nîşan Îraq Cebar El Zubeyî DAIŞ Rojavayê Kurdistanê Kampa Holê HSD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Baqir Cebar El Zubeyî diyar kir girtiyên DAIŞê hîn jî gefeke mezin in û got, ji bo malbatên DAIŞê ji kampên Rojavayê Kurdistanê werin veguhastin divê plan û bernameyek hebe.

Serokê Hevpeymaniya Paşeroja Îraqê Baqir Cebar El Zubeyî, bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî li ser plana koalîsyon û hikûmeta Îraqê ya veguhastina malbatên endamên DAIŞê yên ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve hatine girtin daxuyaniyek da.

148 malbatên DAIŞî hatin veguhestin

Cebar El Zubeyî da zanîn ku li gorî rêkeftinê, hefteya borî 148 malbatên DAIŞê yên Îraqî bi 578 kesan ve ji Kampa Holê hatine veguhastin û ew li Kampa Cedayê ya li Mûsilê hatine bicihkirin.

Zubeyî da zanîn ku li bendê ne ku nêzîkî 2 hezar malbatên DAIŞê yên din jî werin veguhastin û li kampan bên bicihkirin.

Wî her wiha eşkere kir ku dê her meh 900 malbat ji Kampa Holê û 160 malbat jî ji Kampa Rojê werin veguhastin.

Bi gotina Zubeyî ji bo wê pirsgirêkê çareser bikin divê ji bo malbatên DAIŞê yên kevn li gorî plan û bernameyeke pêşwext tevbigerin.

"Hîn jî ramanên radîkal ên jinan hene”

Zubeydi amaje bi wê yekê kir ku kontrolkirina ewlehiyê ya ketina Îraqê ji bo rêlibergirtina xetara vegera terorîzmê girîng e û got:

“Bi taybetî hîn jî ramanên radîkal ên jinan hene û ev nîşan dide ku divê li gel wan bi rêbazên taybet tevbigerin.

Metirisya herî mezin a li pêşiya Îraqê ew e ku li navendên di bin kontrola HSDyê de zêdetirî 9 hezar çekdarên DAIŞê yên ji 50 welatan hene.

Ev wekî 'artêşa girtî ya DAIŞê' tê binavkirin. Ev artêş xwedî perwerdeyeke bilind e û ji ber bê aramiya li Sûriyeyê vegera DAIŞê her dem pêkan e."

Welatên biyanî DAIŞiyan qebûl nakin

Wî rêberê Îraqî di heman demê de destnîşan kir ku welatên biyanî DAIŞiyan qebûl nakin û ev jî nîşan dide ku çareserî ew e ku ew li herêmê bimînin û got:

“Ev rewş li ser Îraqê bandoreke mezin çêdike û ji bo welatê me gefeke cidî ye."

Zubeyî herî dawî jî diyar kir ku Îraq li dijî terorîzmê hewceyî amadekariyeke xurttir û planeke bibandor e û got divê tedbîrên cidî bên wergirtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst